Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin 2020-12-27 12:17:37   NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî ewyanek bowlingê li Amerîkayê êrişek çekdarî pêk hat û 3 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn. Kesek êrişkar hat binçavkirin.    Li bajarê Rockford a girêdayî eyaleta Illinois a Amerîkayê êrişek çekdarî li dijî eywanek bowlingê pêkhat. Di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin kesek ango êrişkarek hatiye binçavkirin. Sedema êrişê nehat zanîn û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.