Ji HDP’ê peyama erdhejê 2020-12-27 12:28:52   ENQERE – HDP’ê têkildarî erdheja li Xarpêtê rû da peyamek belav kir û got: “Em neçarin ji êşên berê ders derxin û xwe li gorî wê rastiyê amade bikin.”    Partiya Demokratîk a Gelan bi boneya erdheja vê sibehê li Xarpêtê bi pileya 5.6 û erdheja li navçeya Dalaman a Mûglayê bi pileya 4.2 rû dan peyamek nivîskî belav kir. Peyama li ser hesabê fermî yê HDP’ê hat belavkirin wiha ye: “Ji xelkê me yê Xarpêt û navçeya Dalaman a Mûglayê bi erdhejê re rûbirû man derbasî be. Welatê me di her erdhejê de êşên mezin dît. Lazime hişyarên pêşwext li ber çavan werin girtin. Em neçarin ji êşên berê ders derxin û xwe li gorî wê rastiyê amade bikin.”