Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn 2020-12-28 09:05:32 EDENE - Li Navçeya Seyhan a Edeneyê di şertên zivistanê de li 2 hezar û 202 çadiran 9 hezar û 600 zarok di çadiran de dijîn. Malbatan bertek nîşanî rayedaran dan û anîn ziman ku şertên xerab wan dikuje û perîşan dike.   Li Navçeya Seyhan a Edeneyê 47 wargehên çadirî hene. Li van wargehên çadirî 2 hezar û 202 çadir hatine vedan. Karker kû malbatên li van çadiran dijîn li gel şertên giran û vîrûsa corona zor û zahmetiyan dijîn. Komîsyona Tespît û Lêkolîna Çandiniyê ya di bin baneyê Şaredariya Seyhan a Edeneyê ya CHP'î de hatibû avakirin, li ser welatiyên di çadiran de di sala 2019'an lêkolîn kiribû. Li gorî daneyên lêkolînê li çoltarê Edeneyê 47 wargehên çatiran hatiye avakirin. Li van wargehan bi giştî 2 hezar û 202 çatir hatine vedan. Li van cadiran 9 hezar û 600 jê zarok bi giştî nêzî 15 hezar mirov dijîn. Li çadirên Çoltara Seyhanê jî nêzî 818 zarok bi giştî Hezar û 261 kes dijîn.    Welatiyên li dora qanalên avê yên DSÎ yên Seyhan, Yuregir, Yumurtalik û Karataşê çadir vedane, çadirê wan bêtir ji naylon û kamiran pêk tê. Beşek welatiyên li vir dijîn an ji şerê nava Sûriye koç kirine û hatine li  vir bi cih bûne, beşek jî ji bajarên Şirnex, Amed û Rihayê koç kirine û hatine li vir dijîn. Li aliyekî şert û mercên kar pir zor û zahmet e, li aliyê din şewba vîrûsa corona bêtir jiyanê li wan zahmettir dike. Welatî ji ava paqij, ceyranê bêpar in û şertê wan ê paqijiyê pir dijwar e. Ji ber avê bi pereyan digirin pêdiviyên ava vexwarin û paqijiyê ji qanalên avê pêşwazî dikin.    'EM KOLEYÊN MODER IN   Welatiyên li van çadiran dijîn di çadirên naylon de sobe danîne û bi êzing û kelaşan xwe germ dikin. Ji ber çadirê naylonî ne piştî agir ditefe serma li hundirê çatirê dîsa zêde dibe. Dîsa ji ber çadir li nava zeviyan hatine avakirin rêyên wan tev herî ne û gelek caran ava baranê li wan radibe. Welatiyên di çadiran de dijîn, serê sibê saet di 07.00'an de dest bi karê zeviyan dikin û heta saet 17.00'an li nava zeviyan karê dijwar dikin. Welatiyên li vir karê zahmet dikin rojê bi 70 TL - 90 TL  kar dikin. Welatiyên li vir di şertê giran de diijîn û karên giran dikin, anîn ziman ku wekî koleyên modern dijîn. Welatiyan diyar kirin ku li aliyekî şewba vîrûsê, li aliyê din şertê xerab ên kar û çadiran wan dikuje.    'NE XEMA TU KESAN E'    Welatiya ji Rihayê Elîf Çelîk, li taxa Tuzla-Karagoçer a Karataş a Edeneyê di çadiran de dijî. 8 salin li vir di çadirê de di nava şert û mercên giran de dijî.Çelîk li nava çadiran karê çadiran dike, zarokê wê jî li nava zeviyê kar dikin. Elîf Çelîk, anî ziman ku jiyana çadiran jiyanek rezîl û perîşan e û wiha got: "Em ji mecbûrî karê zeviyan dikin û di çatiran de dijîn. Mirovên li van çadiran dijîn tu ferqa wan û heywanan ji hev tune ye. Jiyana me ya li vir ne xema tu kesan e.    Hevjînê Elîf Çelîk, Nuh Çelik ê 72 salî jî anî ziman ku ji bo mijîn neçar in di çatiran de dijîn û karê zeviyan dikin û wiha got: "Em li vir rezîl û perîşan bûne."    Welatiyê Ji Kobanê  Huseyin Kuno jî anî ziman ku ew li vir di şertên pir giran de kar dikin û heqê keda xwe nastînin. Kuno, destnişan kir ku şertên jiyana çadiran pir zorê li wan dike û wiha got: "Zivistanî her der herî ye û çatir pir sar in. Havînan jî hem germ e hem toz e. "    MA / Hamdullah Kesen