Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de 2020-12-28 09:58:22   EDENE - Rêveberiya Girtîgeha Tarsusê şekir, lîmon û xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAKJ'ê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan di roja 32'an de berdewam dike. Li aliyê din binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Tarsûsê pêdiviyên şekir, lîmon û xwê yên girtiyên di greva birçîbunê de nadin wan. Girtî Vedat Bektaş, bi rêya telefonê agahî da malbatê û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê pêdiviyên wan ên şekir, xwê û lîmonê nabersivîne. Bektaş, anî ziman ku pişytî girtî ketin grevê helwesta rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyan hat guhertin. Bektaş, bang li raya giştî kir û xwest hestiyar tev bigerin.