Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike 2020-12-28 10:49:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê êrişî gundên Mielik, Mişêrfê û rêya M4 dike. Şervanên QSD`ê jî bersiv dide.   Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Hawarê (ANHA) ji herêmê ragihand, TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê bi çekên giran û sivik êrişî gundê Mielik, Mişêrfê, rêya M4 û derdora navçeya Eyn Îsayê dikin û hewl didin derbasî gundê Mielik bibin. Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de bersiveke tund didin çeteyan. Hat diyar kirin ku Hêj êriş berdewam in.