Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin 2020-12-28 10:49:30   COLEMÊRG – Cenazeyê leşkerê li Şemzînanê di bin aşîtê de mabû hat dîtin.    Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ya leşkerên ku rêya baregeha leşkerî ji berfê paqij dikirin di bin aşîtê de man. Duh cenazeyê leşkerek hatibû dîtin û îro jî cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgariyê ve hat dîtin. Cenazeyê leşker rakirin morga nexweşxaneyê.