‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’ 2020-12-28 13:25:20   ENQERE – Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet got: “Reya aştî û edaletê teqez wê di Roboskî de derbas bibe.”   Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Roboskî li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz û rêveberên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Endama Desteya Rêveberiya Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da.    ‘EM Ê JÎ BÎR NEKIN’    Çevîrmen destnîşan kir ku bi balafirên şer bombeyan bi ser zarok û ciwanên kurd ve hatin barandin û li gel 108 meh, 470 hefte, 3 hezar û 288 roj bi ser komkujiyê re derbas bûne jî hêj edalet pêk nehatiye. Dixwazin ser komkujiyê biniximînin û drama mirovatiyê ya li Roboskî bidin jibîrkirin. Heta edalet neyê Roboskî edalet nayê Tirkiyê. Tişta bi serê me de hatiye nebûna dewlet, bêcezatî, şer û bêedaletî ye. Em ê we rehet bernedin. Reya aştî û edaletê teqez wê di Roboskî de derbas bibe.”   Parlamenter Kemal Pekoz jî anî ziman ku Komkujiya Roboskî bi zanebûn û bi xwestekê pêk hatiye û qiymeta qûrbaniyan ji bo îqtîdarê nîne.