DAKP: Bila Leyla Guven were berdan 2020-12-28 14:42:05   AMED - Platforma Jinan a Dîcle Amedê, girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê şermezar kir û xwest were berdan.   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP), derbarê girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de li Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1 a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de jinan pankarta “Bila Leyla Guven were berdan” daliqandin. Di civînê de li ser navê platformê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1 a Amedê Emîne Akşahîn axivî. Akşahîn, diyar kir ku Leyla Guven di serî de ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên têkoşîna demokrasî, heq, hiqûqê li welat didin û têkoşîna hemû beşan remzeke girîng e.”   DESTÛRA BINGEHÎN TÊ BINPÊKIRIN   Akşahîn, destnîşan kir ku vîna gelê kurd, jin, kedkar û hemû beşên muxalîf tune tê hesibandin û di neçareseriyê de tê israrkirin û wiha got: “Li ber çavê hemû dinyayê desthilat Destûra Bingehîn bin pê dike. Leyla Guven jiyana xwe kiriye oxira têkoşîna gelê kurd û li dijî hemû neheqî û êrişên dijî mirovahiyê bi wêrekî têkoşiyaye. Lê herkesê ku zilma dewletê hîs dike divê zanibe ku em û Leyla Guven li kur dibe bila bibe em ê têbikoşin.”    ‘WÊ NEÇARESERÎ XESARÊ BİDE GELAN’    Akşahîn, da zanîn ku zext û girtinên li hemberî Leyla Guven û siyasetmedarên kurd civakê ber bi dijminatiyê ve dibe û ev tişt anîn ziman: “Em daxwaz dikin ku rewşeke aştiyane pêk bê û hiqûqa biratiya gelan bê hebandin. Di rewşeke berovajî de dê polîtîkayên we yên neçareseriyê xesarê bidin hevgirtina gelan û welat bê rewşeke wisa ku jiyan nikaribe lê bibe. Weke Platforma Jinan a Dîcle Amedê, em girtina Leyla Guven şermezar dikin û daxwaz dikin biryar xeyrî meşru bê vekişandin û pê re Leyla Guven bê berdan.”