Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin 2020-12-28 15:00:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên demokratîk di 9'emîn salvegera Komkujiya Roboskî de li gelek bajaran komkujî şermezar kirin û 34 welatî bibîr anîn.    Rêxistinên HDP; TUHAY-DER, TJA, Platforma  ked û demokrasiyê, ÎHD, DÎSK, TMMOB û gelek saziyên din di 9'emîn salvegera komkujiya Roboskî de komkujî şermezar kirin û 34 welatiyên di komkujiyê de 9 sal berê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Balafirên şer ên TSK'ê di 28'ê Kanûna 2011'an de sînorê gundê Roboskê bombe kiribû û 19 jê zarok 34 welatî qetil kiribûn. Bi minasebeta 9'emîn salvegera Roboskê li gelek navendan çalakî hatin li dar xistin.    WAN    Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi heman armancê daxuyanî da. Di çalakiyê de endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAYDER, TJA û gelek kesên din amade bûn. Serokê Rêxistina HDP'ê ya Artemêtê Nedim Şîpal, anî ziman ku dema ev komkujî li cihekî din pêk hatibûya dê hikumetê îstîfa kiribûya."    BAROYA WANÊ BI KURDÎ KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIR   Baroya Wanê jî bi kurdî li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kutevî bi kurdî daxuyanî da û wiha got: "Îro roja wendakirina mirovahiyê ye. Îro 28’ê berfanbara 2020 ne, îro bûyera Roboskê dibe neh salî, lê hîn jî berpirsên vê êrîşa ku di encamê de 34 kes  hatibûn kuştin, nehatine eşkere kirin. Ev qetlîamek ku înkarkirina wê ne mimkun e. Em wekî Komisyona Mafê Mirovan ya Baroya Wanê dixwazin ku berpirsyarên Roboskê de kî hene divê tev were cezakirin û ji malbatên Roboskê lêborîn were xwestin. Em qetliama Roboskîyé jibîrnakin û nadin jibîrkirin…"    AMED    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî bi heman armancê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Parka Koşuyolu ya Amedê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Em Roboskî ji bîr nakin em nadin ji bîr kirin" vekirin. Nûnerên parityên siyasî û rêxistinên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Komê bê navber dirûşmeyên “Ji Roboskî re edalet, ji mirovahiyê re edalet", “Dê Hesabê Roboskê bê pirsîn" berz kirin û 34 welatî bi rêzgirtinê bibîr anîn.    Rêveberê DÎSK'ê Hasan Alî Eroglu, 34 welatiyên hatin qetilkirin bibîr anî û wiha got: "9 sal borî lê tu gavên hiqûqî nehat avêtin. Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Dogan Hatun jî anî ziman ku komkuî bi temamî ji ber pirsgirêka Kurd pêk hatiye. Komê piştî daxuyaniyê qurnefil danîn ber bîrdariyê.    Tevgera Jinan Azad (TJA) û Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî li Parka Roboskî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Parlamenterên HDP'ê Semra Guzel û Remziye Tosun û rêveberên HDP’ê amade bûn. Dîsa aktîvîstên TJA jî amade bûn. Polîsan jî park dorpêç kir. Komê di çalakiyê de Pankarta "Me ji bîr nekir û nadin ji bîr kirin. Remziye Tosun anî ziman ku di ser komkujiya Roboskî re 9 sal borîn lê hêj kujer nehatine darizandin."  Daxuyanî bi dirûşmeya “Bimre komkujiya Roboskî" berz kirin û bi dawî kirin.    DERSÎM    Hêza Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kolana Hunerê daxuyanî da. Komê di çalakiyê de pankarta “Me Roboskî ji bîr nekir, Em nadin ji bîr kirin" vekirin û dirûşmeyên “Roboskî ji bîr neke nede ji bîr kirin" berz kirin.  Serokê Rêxistina HDP'ê yê Dersîmê Nurşat Yeşîl, anî ziman ku balafirên şer ên dewletê mezin û zarok 34 welatî qetil kir û wiha got: "Di ser komkujiya Roboskê re çend dem derbas bibe bila derbas bibe, heta ku edalet pêk neyê aramî jî pêk nayê. Ji bo hesab bê pirsîn em ê têbikoşin."    EDENE    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da.    HATAY    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Servet Ustun Akbaba, jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP'ê ya  Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Toroslarê daxuyanî da. Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe daxuyanî dan. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Tahîr Tuyben, 34 welatî bibîr anîn û edalet xwest.    ÊLIH    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Navendî daxuyanî da. Li vir jî pankarta "Hûn nikarin bidin ji bîr kirin û hûn nikarin bincil bikin" vekirin. Rêvebera HDP'ê ya Êlihê Ruken Zeryan Işik jî anî ziman ku çiqas rêxistinên civakî yên dixwazin komkujî ronî bibe tê asteng kirin.   COLEMÊRG    Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî li pêş avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek endam û rêveber tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê Sînan Kaya jî anî ziman ku bersûc tên parastin û dê şopdarê vê yekê bin."