Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir 2020-12-28 15:31:01   STENBOL - Şaxa Zanîngehan a Hejmara 6’an a Egîtîm Sen’ê, giliyê Ebûbekîr Sofûoglû yê ku gotibû “zanîngeh bûne malên fihûşê ” kir.   Şaxa Zanîngehan a Hejmara 6’an a Egîtîm Sen’ê, giliyê Endamê Hîndekarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Sakaryayê Prof. Dr. Ebûbekîr Sofûgolû yê ku gotibû “zanîngeh bûne malên fihûşê” kir. Endamên Egîtîm Senê, beriya gilîkirinê li pêş Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyanî da. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Egîtîm-Senê Arzû Acar, diyar kir ku ev ne êrîşa yekemîn a li ser jinan û zanîngehan a Sofûoglû ye û wiha axivî: “Sofûoglû ji desthilatê pişgiriyê digire û van axaftinan dike. Sofûoglû bi gotina “zanîngeh bûne malên fihûşê” careke din hişmendiya paşverû, zayendî û zilamî danî holê û xwendekarên jin jî hedef girt.”   ‘EM Ê ÎFŞAKIRINÊ BIDOMÎNIN'    Acar, da zanîn ku wê zanîngehan teslîmî hişmendiya tarî nekin û wiha got: “Em ê ji bo ku careke din zanîngehan pêşkeşî pêşeroja zanîst, civak û ronahiyê bikin em ê têbikoşin û berdewama îfşakirina vê hişmendiya tarî bînin.”   Piştî daxuyaniyê endamên Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kirin.