DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan 2020-12-28 16:18:49   STENBOL – DÎB’ê diyar kir ku biryara DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de daye girêdar e û banga berdana demildest a Demîrtaş kir.    Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş da û pejirandina yasaya danîna qeyûmên ser rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin biryara DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de daye girêdar e û banga berdana demildest a Demîrtaş kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin daxuyaniyên Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê Demîrtaş de jî sûc organîze dike.    Di daxuyaniya DÎB’ê de hat destnîşankirin ku pejirandina yasaya danîna qeyûmên ser rêxistinên civakî yên sivîl jî li dijî peyamanên navnetewî yê hiqûqî û yasayî ye.