Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye 2020-12-29 09:03:38 STENBOL - Parêzer Îbrahîm Bîlmez, anî ziman ku Ocalan ne bi prosedurên hiqûqî dê bi têkoşîneke topyekûn azad bibe û got: "Tekane çareseriya hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîda mutleq pêkan e."  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li girtîgehan çalakiya girava birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Ocalan jî ji 27'ê Mijdarê heya niha didome.    Yek ji parêzerên Ocalan û parêzerê Baroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, tecrîda li ser Ocalan nirxand.    ‘LI ÎMRALIYÊ TÊ CERIBANDIN, LI TIRKIYEYÊ BELAV DIBE'    Bîlmez, destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê pêşî li ber agahîwergirtinê jî digire û bi tu awayî xeberê ji muwekîlên xwe nagirin. Bîlmez, bibîr xist ku herî dawî Ocalan û girtiyên din di 27'ê Nîsanê de bi malbatên xwe re bi telefonê axifîne û got: "Birêz Ocalan tam 21 salan nikaribû mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Cara ewil di 27'ê Nîsanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, ew jî ji ber şik û gumanên raya giştî yên derbarê şewbê de pêk hatibû. Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku bê li Îmraliyê bêhiqûqiyeke çawa heye. Girtîgeha Îmraliyê wekî laboratûvarê tê bikaranîn. Hemû pêkanîn pêşî li ÎMraliyê tên ceribandin û dû re hêdî hêdî li Tirkiyeyê belav dibin."    Bîlmez, destnîşan kir ku hewldanên di warê hiqûqî de yên Ocalan û girtiyên din hemû bê encam mane û got: "Gava mesele dibe Îmralî û Ocalan, hiqûq li dîwêr diqelibe. Ji bo em parêzer nikaribin mafên muwekîlên xwe biparêzin, tiştek ji me re nayê gotin. Heger cezayê dîsîplînê li muwekîlên me bê birîn, divê ev ji bo me bê teblîxkirin. Biryarên dadgehê yên derbarê Îmraliyê de, ji bo kirasekî hiqûqî bê fesilandin tên dayîn."    WÊ SERÎ LI AYM'Ê BIDIN    Bîlmez, ji bo qedexekirina hevdîtina bi rêya telefon, hevdîtina bi malbat û parêzeran jî anî ziman ku piştî ku biryar hatiye dayn bi mehlê pê hesiyane û demildest serî li Dadgeriya Înfazê dane û got: "Piştî ku serlêdanên me hatin redkirin, me serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê da. Li wir jî hat redkirin. Niha jî em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin."    ÇERXEKE STEWR    Bîlmez, destnîşan kir ku biryarên derbarê Îmraliyê de yek jê jî xwe nasipêre hiqûqê û got: "Bi van biryaran dixwazin me di gerînekên hiqûqê de winda bikin. Çendî ku em dizanin dê encamek neyê girtin jî em îtiraz dikin. Çerxeke stewr hatiye afirandin. Helbet em mecbûr in vê pêvajoya hiqûqî bişopînin. Em îtiraz dikin. Lê belê em dizanin rakirina tecrîda li Îmraliyê û azadiya Ocalan, ji prosedurên hiqûqî wêdetir, bi awayekî siyasî pêkan e."    TEKANE ÇARESERÎ RAKIRINA TECRÎDÊ YE    Bîlmez, destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Pirsgirêka sereke ya pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Ji bo çareserkirina vê jî Birêz Ocalan xwedî roleke girîng e. Heger dilê wan û çareserkirina van pirsgirêkan hebe, nexwe divê tecrîda mutleq bê rakirin."    BANGAWAZΠ   Bîlmez ji bo rakirina tecrîdê bang li raya giştî kir û got: "Em ji 27'ê Nîsanê heya niha tu xeberê ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê nagirin. Em di şert û mercên şewbê de ne û mirov baş dizanin ku ev nexweşîn, nexweşîneke çi qasî cidî ye. Xeleka li derve teng dibe. Lê em nizanin bê ka li Îmraliyê çi diqewime. Peywirdarên girtîgehê tim li wir namînin. Zexîre tim diçe û tê. Ne mimkun e ku nexweşîn negihê wir jî. Em bang li raya giştî dikin ku di vî warî de bi hesasî tevbigerin."    MA / Erdogan Alayûmat