Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin 2020-12-29 10:33:21   ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî, derbarê Komkujiya Roboskî de, diyar kir ku berpirsiyartiya wan heye ku dest bi pêvajoya hiqûqî bikin û got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya siyasî û biryardariya xwe, edaletê bi cih bînin.”    Bi ser qetilkirina 19 jê zarok 34 welatiyên li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di endama bombebarandina balafirên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de, jiyana xwe ji dest dan re, 9 sal derbas bûn. Ligel ku faîlên qetilkirina 34 kesan diyarbûn jî, heya roja îro faîl nehatin darizandin û komkujî nehat ronî kirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Sezaî Temellî, di 9’emîn salvegera Komkujiya Roboskî de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    LÊGERÎNA EDALETÊ   Temellî, anî ziman ku 9 sal bi ser Komkujiya Roboskê re derbas bûn, lê hîna jî berpirsên vî sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin, bi tu awayî nehatin darizandin û hesap ji wan nehat pirsîn. Temellî, êşa li Robosê dewam dike bibîr xist û wiha got: “Her ku em tên Roboskê, em cardin êşa heyî dibînin. Di heman demê de, em lêgerîna edaletê ya mirovan dibînin. Ev lêgerîna edaletê 9 salin dewam dike. Ji ber ku berpirsên vê komkujiyê hîna jî li ser desthilatdariyê ne. Lê li aliyê din jî, bi her awayî di qada siyasî û  hiqûqî de her tim têkoşîn dewam kiriye. Em ê vê têkoşîna xwe ya bi malbatan re her tim dewam bikin.”       ‘XEMSARIYA BAROYA ŞIRNEXÊ YE’   Temellî, bal kişand ser ronîkirina komkujiyê û wiha bilêv kir: “Piştî ku komkujî derket holê, hem desthilatdariyê û hem jî Serfermandarê Giştî mudaxile kirin. Ji ber vê yekê, tu dadgehî, derbarê vî sûcî de ne dozek vekirin û ne jî lêpirsînek. Tabloya di Dadgeha Qanûna Bingehîn de jî, ji ber xemsarî û kêmasiya Baroya Şirnexê derket holê. Ev kêmasiya baroiyê, di qada hiqûqî de bû sedama mexduriyet pir mezin û ev mexdûriyet dewam dike. Divê hemû berpirs hesab bidin. Ev sûcekê şere û sûcekê mirovahiyê. Ne sûceke ku mirov wisan rehet nêz bibeye.”   KÊMASIYA HDP’Ê   Temellî, kêmasiyên HDP’ê jî bi bîr xist û wiha rexnedayîna xwe da: “Li piştî biryarên AYM, DMME û venebûna dadgehan sedemên siyasî hene. Em jî weke HDP’ê ketin kêmasiyek mezin. Ji ber vê em rexnedayîna xwe didin. Diviyabû em baldarî û bi cidiyetek mezintir nêzî vê bûyerê biban. Pêwîstbû ku me ev kar ji bo Baroya Şirnexê re ne hiştiba. Em di ferqa van kêmasiyên xwe de ne û rexnedayîna vê yekê didin. Em ê weke HDP’ê di qada siyasî de, bi biryardariyek mezin, berpirsiyartiya xwe dewam bikin. Vîna me ya di vê mijarê de zelale. Hîna ev pêvajo bi dawî ne bûye. Em ê bi têkoşîna xwe ya siyasî û biryardariyek mezin, di dawiya dawî de, dest bi pêvajoyeke hiqûqî bikin. Em ê hewl bidin ku edaletê bi cih bînin. Teqez em ê pêşiya pêvajoya hiqûqî ya hatiye xitimandin vekin.”