‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’ 2020-12-29 11:16:11   ENQERE – Parêzerên siyasetmedarên girtî yên Fîgen Yuksekdag û Ayhan Bîlgen, diyar kirin ku hemû siyasetmedarên di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatine girtin divê piştî biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş bên berdan.   Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdanê da. Dadgehê Tirkiyeyê di 5 xalan de mehkûm kir û bal kişand ser lêpirsîna Kobanê ku 27 siyasetmedar jê girtî ne. Dadgehê, di biryara xwe de derbarê çalakiyên Kobanê yên 6-7’e cotmehê de ev tişt got: “Di her sê twîtan de HDP’ê, ji bo gelê Kobanê k udi bin êrişa DAIŞ’ê de bûne banga piştevaniyê kiriye. Ev bang di sînorên siyasî de maye û tundiyê nahewîne. Çalakiyên tundiyê yên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de ne encama twîtên mijara gotinê ne.”   Hurgiliyên ku di biryara DMME’yê de cih digirin û bandora wê ya li ser dosyayên siyasetmedarên girtî, em bi Parêzera Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu û Parêzera Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatibû binçavkirin Atiye Arikan re axivîn.      HEMÛ DOZ SİYASÎ NE   Parêzera Yuksekdag ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de cara duyemîn derbarê wê de biryara girtina wê hat dayîn Ezgî Gungordu, diyar kir ku dozên ku li muwekîla wê hatine vekirin hemû ji ber axaftin û beşdariya çalakiyan ên dema parlamenteriya wê ne û wiha got: “Di biryara DMME’yê ya Demîrtaş de derbarê neheqiyên maf û azadiyan de tespîtên micid hene. Ev hemû siyasetmedarên HDP’î û muxalîfan dihewînin nav xwe. Dadgehê, ji bo twîta MYK’a HDP’ê ya ji bo çalakiyên Kobanê jî bangeke aştiyane dît. Di vê rewşê de divê siyasetmedarên ku di çarçoveya dosyaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de tên darizandin bên berdan û di dosyayê de biryara neşopandinê bê dayîn.”    WÊ JI BO YUKSEKDAG SERÎ LI DADGEHÊ BIDIN   Gungordu, diyar kir ku neçarin biryara DMME’yê pêk bînin û ev nirxandin kirin: “Biryareke teqez e. Şopandina biryara DMME’yê Komîteya Wezîran dike. Heke biryar pêk neyê dibe ku ev pêvajoya heta avêtina Tirkiyeyê ya ji Konseya Ewropayê (KE) biçe. Bi biryara DMME’yê re em ê ji bo Fîgen Yuksekdag serî li Dadgeha Îdareyê bidin. Neheqiya derbarê rakirina destnedana parlamenteran a di biryara DMME’yê dibe ku parlamenteriya parlamenterên ku parlamenteriya wan hatibû xistin li wan vegerîne.”   MAFÊ PARASTINÊ HAT SÎNORDARKIRIN   Parêzera Ayhan Gîlgen ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatibû girtin Atiye Arikan jî derbarê biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş de ev tişt gotin: “Piştî biryara DMME’yê divê di dosyayê de biryara neşopandinê bê dayîn. Em ê ji bo vê yekê daxwaz û îttîraz bikin. Biryara DMME’yê rast e rast bandor li lêpirsînê dike. Em ê bi biryara wergerandî îttîraza xwe pêşkêş bikin. Em ê daxwaz bikin ku muwekîlê me bê berdan û berdayî bê darizandin.”   MA / Berîvan Altan