Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin 2020-12-29 14:15:59   ENQERE - Rêxistinên Ciwanan diyar kirin ku Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Sîncanê Yucel Yavuz û Taylan Eryilmaz tazî kirin û li ser wan lêgerîn kirin. Piştî civîna çapemeniyê polîsan 3 ciwan binçav kirin.    Endam û rêveberên Rêxistinên Ciwanan têkildarî pêkanînên li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 3 a Sîncanê daxuyanî da û diyar kir kirin ku ciwan tazî kirine û li ser wan lêkolîn kirine. Rêxistinên ciwanan li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan û anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê Yucel Yavuz û Devrim Taylan Eryilmaz tazî kirine û li ser wan lêgerîn kirine. Nûnerên ciwanan li salonê pankarta “Yucel Yavuz û Devrim Taylan Eryılmaz li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Sîncanê îşkence li wan tê kirin. Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" vekirin. Li ser navê ciwanan Tunahan Gozlugol, daxuyanî da û diyar kir ku ev pêkanînên şikandina rûmetê nayê qebûlkirin.    Gozlugol, da zanîn ku hevalên wan di 19'ê kanûnê de ji ber jimartin nedane gardiyanan neheqî li wan kiriye û wiha got: "Di 20'ê kanûnê de gardiyanan bi ser odeyên wan de girtine û lêgerîn kirine. Gardiyanan ciwan derb kirine û ew tazî kirin. "    Piştre Parêzer Dîlan Ateş, diyar kir ku Yavuz û Devrim li girtîgehê îşkence li wan hatiye kirin û niha di hucreya yek kesî de tên girtin.    POLÎSAN CIWAN BINÇAV KIRIN   Ciwanan piştî li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê û derketin, polîsan ew di GBT'ê re derbas kirin û li kolana Sakarya Celîl Resuloglu, Deniz Baran û Erbudak Ege Kok bi lêdanê binçav kirin.