Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin 2020-12-29 14:16:27   COLEMÊRG - Di danişîna doza kuştina Necmettîn Fendîk de xwesteka ji bo polîsê bersûc hat redkirin.    Necmettîn Fendîk di 18’ê tîrmeha 2017’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di serdegirtina mala xwe de hatibû kuştin. Danişîna doza kuştina Fendîk de ku polîs A.F.K. jê tê darizandin carek din hat taloqkirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Geverê hat lidarxistin. Polîs A.F.K. ê ne girtî ji sûcê “bûye sedemê mirina bi qestî” tê darizandin beşdarî danişînê nebû. Malbata Fendîk û parêzerê malbatê di danişînê de amade bûn. Parêzerê malbatê di danişînê de parastinê kir û xwest polîsê bersûc were girtin.    Şandeya dadgehê, xwesteka parêzer a girtina polîsê bersûc red kir û bi boneya têkildarî bûyerê rapora pispor nehatiye danişînê taloqî 30’ê adara 2021’an kir.