Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe 2020-12-29 15:21:25   ENQERE – Parlamentera HDP’ê Dilşat Canbaz, bertek nîşanî Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn ku wê û partiya wê hedef nîşan dabû da û jê re got, ‘Hedê xwe bizanibe’.    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz, ji bo Olay TV’yê ku piştî vekirina xwe di nav 26 rojan de hatibû girtin, bi daxwaza ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Canbaz, di pêşnûmepirsa xwe de ev pirs ji Fûat Oktay kirin:    “* Zext û sansura ku di çapameniyê de zêde dibe, gelo ji aliyê Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê ve tê meşandin?   * Ji bo girtina Olay TV'yê ji aliyê Serokkomariyê ve tu zext hatine kirin?    * Serokkomariyê bi sermayedarê Olay TV’yê Cavît Çaglar re heta niha çend hevdîtinan kir? Naverok û berfirehiya van naverokan çî ye?”   Li gel ku di pirsan de navê wî derbas nabe jî Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, li ser hesabê xwe medya civakî Parlamenter Canbaz û partiya HDP’ê hedef nîşan da.   Canbaz jî li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiva Altûn da û bertek nîşanî hedefnîşandina xwe û partiya we û jê Altûn re got, ‘Bi rastî jî krîmînalîzekirina pêşnûmepirsa me pêkenok e. Derûniya sûcdariyê hişê we ji serê we biriya. Bêyî ku dereng bikevin rêz ji hiqûq û mafên mirovan re bigirin. Hedê xwe bizanibe’.    Piştî vê bersivdayîna Canbaz, Altûn careke din li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û dîsa Canbaz û HDP’ê hedef nîşan da.