Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin 2020-12-29 15:53:09   ENQERE – Koordînasyona Parêzeran a 10’ê Cotmehê ya Enqerê,ragihand ku heyete dadgeha doza 10’ê Cotmehê hatiye guhertin.    Koordînasyona Parêzeran a 10’ê Cotmehê ya Enqerê, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku heyeta dadgeha Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê bi temamî guheriye. Koordînasyonê, di daxuyaniyê de ev tişt got: “Heke kesên ku hewl didin bi awayekî veşarî doza me bigirin hebin, divê bizanibin ku em heta îro têk neçûne û ji niha şûn ve jî em ê têk neçin. Em ê dev ji hesabpirsînê bernedin.”