Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin 2020-12-29 17:10:56   AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber têkoşîna aştî û azadiyê da hat girti nû xwestin demildest Guven serbest bê berdan.    Meclîsa Dayikên Aştiyê, têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di 22'ê Kanûnê de hat girtin û 22 sal û 3 meh ceza li wê hat birîn, li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de li ser navê Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey, cezayê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn şermezar kir. Ozbey, anî ziman ku Guven wekî jinek Kurd têkoşîna aştî, heq, hiqûq û azadiya Kurdan dimeşand û wiha got: "Tu çek di destê wê de tune bû. Tu zerara wê negihiştibû kesan. Ew rûmeta me ye. Ew ji bo doza aştî û azadiyê têkoşiya. Wê tu carî 22 sal ceza heq nekiriye. Em dixwazin bi lez serbest bê berdan. Em dixwazin bi lez cezayê li Guven hatiye birîn xera bikin. Em vî cezayê li Leyla hatiye birîn bi tundî şermezar dikin. Kuştin, windakirin, cezakirin û sirgûn dê heta kengî bidome? Kurd tu carî naqedin. Tu carî gavan paşve navêjin. Bila tu kes ji me hevî neke ku em gavan paşve bavêjin. Em dibêjin êdî bes e. Bila her kes azad bijî. Ji ber Leyla Guven, azadî, aştî û edalet xwest dewlet ji wê û têkoşîna wê ditirse. Em wê silav dikin."