Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin 2020-12-30 09:03:51 STENBOL - Hunermendên Kurd Rotînda û Seyitxan, bal kişand ser asta mezinbûna êrîşa li dijî gelê Kurd û gotin: "Dema Kurd yekîtiya neteweyî pêş bixin dê destkeftiyên mezin bi dest bixin. Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin û bi ser bikevin."  Di demên dawî de êrîşên li ser gelê Kurd zêde dibin. Li dijî van êrîşên li ser Kurdan, hunermendên Kurd banga yekîtiyê kirin. Destkeftiyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên Kurdan ji bo çar perçeyên Kurdan bû heviyek mezin. Her ku Kurdan têkoşîn pêş xist û destkeftî bi dest xistin, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrîn, Grê Spî, Serêkanîyê Mexmûr, Şengal, Garê, Metîna û Zînê Wertê zêde bûn. Niha êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Eyn Îsa û Herêma Federee a Kurdistanê berdewam dike. Têkildarî êrîşan û yekîtiya neteweya Kurd Hunermendên Kurd Rotînda û Seyitxan, bang li hemû rêxistinên Kurdan kir û xwest li dijî êrîşan bibin yek.    ERKA HERÎ MEZIN PÊŞXISTINA YEKÎTIYÊ YE   Hunermend Rotînda, anî ziman ku Kurd nebin yek wê wekî salên borî gelek nirxên xwe winda bikin û wiha got: "Niha li pêş yekîtiya neteweya Kurd hin partiyên malbatî ne. Ev partî berjewendiyên malbat û eşîrên xwe derdixin pêş. En neteweyek 50 milyon mirov in. Mafê gelê Kurd ji destê wan hatiye girtin û axa wan hatiye dagirkirin. Kurd bi hemû zilmê re rû bi rû dimînin. Erka herî mezin a her Kurdî yekîtiya neteweyî pêş bixin e. Eger em winda bikin em ê bi hevre winda bikin. Eger em biser bikevin em ê bi hevre bi ser bikevin. Eger em yekîtiyê bi dest bixin em ê bi hevre bi ser bikevin."    BI QASÎ AV Û NAN PÊDIVÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE   Rotînda, bal kişand ser lîstikên li Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha lê zêde kir: "Dixwazin yekîtiya Kurdan xera bikin. Ev mirovan dixe nava fikaran. Mirov nikare tiştekî ji dijmin hêvî bike. Dijmin dijmin e. Hin kesên li ser navê Kurdan tev digerin divê neyên lîstikê. Eger Kurd bibin yek, dê hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê gelek destkeftiyên mezin bi dest bixin. Ev derfet jî hene. Em hêza xwe bikin yek em ê gelek tiştên mezin bi dest bixin. Ji ber vê yekê yekîtîya neteweya Kurd bi qasî av û nan muhîm e."    HÊZÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYΠ   Hunermend Seyitxan jî anî ziman ku gelê Kurd ji ber êrîşan di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin û wiha got: "Hêzên kuredevî û herêmî li dijî kurdan êrîşan zêde dikin û dixwazin Kurdan di komkujiyê re derbas bikin. Dixwazin Kurdan bi her bidin şer kirin. Kurd ji ber plan û lîstikên li dijî xwe sed salin bedelên mezin didin. Dixwazin têkoşîna gelê Kurd a siyasî tune bikin. Welatên herêmê ewil dixwasin destkeftiyên Kurdan tune bikin. Li bakur her roj operasyonên siyasî pêk bînin. Ax û nirxên Kurdan tune dikin, talan û wêran dikin. Ziman û çanda Kurdan qedexe dikin. Ji ber muzîka Kurdî guhdar dikin qetil dikin. Lîstik û êrîş berdewam dikin. Îro êrîşên li dijî Rojava berdewam dikin. Divê gelê Kurd û partiyên kurdan van lîstikan bibînin û bibin yek. Eger Kurd perçe bin talûkeya li ser wan jî dê zêde be. Lê Kurd bibin yek, dê di qata neteweyî de gelek serkeftiyên mezin bi dest bixin.    DÊ BIBE SEDSALA KURDAN     Seyitxan, helwesta PDK'ê jî rexne kir û wiha got: "PDK bi helwesta  xwe Kurdan dixe nava zor û zahmetiyan. Kurdan li Başur gelek destkeftî bi dest xistin. PDK li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Ev helwesta PDK'ê nayê qebûlkirin. Tirkiye li Başur bi dehan qereqol ava kirin. Dixwazin tevgera Kurdan perçe bikin. Divê PDK heqîqeta xwe bibîne. Divê em rastiya xwe bibînin û vê sedsalê bi hevre qezenç bikin. Divê em vê sedsalê bikin sedsala Kurdan. Kurd bibin yek dê ev sedsal bibe sedsala Kurdan."    MA / Îdrîs Sayilgan