Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn 2020-12-30 09:03:59 AGIRÎ - Şaredariya Dutaxê ya AKP'î ku di dema qeyûm de 30 milyon TL deynê wê çêbûbû, di 21 mehan de tenê hin kuçe parke kirine û 265 tenekeyên çopê çêkirine.  Şaredariya Dutaxê ya Agiriyê gava di destê HDP'ê de bû qeyûm tayinî wê hatibû kirin. Di hilbijartina 31'ê Adar a 2019'an de jî Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) şaredarî bi dest xistibû. Lê belê paşê Şaredar Bulent Dûrû tevli AKP'ê bûbû. Di ser hilbijartinê re 21 meh derbas bûne lê belê heya niha hema bibêje li navçeyê tiştek nehatiye kirin. "Xizmeta" herî mezin a Şaredarê AKP'î Dûrû, tenê ew e ku 265 tenekeyên çopê çêkiriye û hin kuçeyan parke kiriye. "Xizmetên" din ên şaredariyê jî bi pereyên kardêrekî çêkirina dibistanekê û "Santrala Enerjiya Rojê" ye.    Her wiha ji bo vê jî wekî 30 milyon TL deynê şaredariyê tê nîşandan. Ê ku ev deyn xistiye stuyê şaredariyê jî qeyûmê berê Qeymeqamê Xelat a Bedlîsê Erkan Îsa Erat bû ku Erat di çarçoveya "lêpirsîna FETO"y de hatiye îxrackirin.    DEYNÊN QEYÛM    Li gor agahiyên bi dest ketin, Bankeya Îllerê her meh 500 hezar TL'yî pere dide şaredariyê. Piraniya vî pereyî ji bo mesrefên xebatkaran tê xerckirin û her wiha he rmeh bi awayekî rêk û pêk jî deunê Şîrketa Belevakirina Ceryanê ya Arasê tê dayîn. Şaredarî bi pereyê ku ji ruxsetên kargeh û malan tê "xizmetê" dike. Zivistanê gava pereyê ji ruxsetan tê kêm dibe, meaşê xebatkaran jî nayê dayîn.    Şaredariyê vê zivistanê jî meaşên karkeran bi derengî xistiye. Hat hînbûn ku Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Arasê demek berê ceryana depoya avê ya şaredariyê qut kiriye.    DERBASÎ AKP'Ê BÛ, LÊ BÊFÊDE YE    Bulent Dûrû, piştî ku hatibû hilbijartin ji BBP'ê îstifa kiribû û derbasî AKP'ê bûbû. Tê gotin ku sedema hemû pirsgirêkan jî ev e. Tê diyarkirin ku soz hatiye dayîn gava derbasî AKP'ê bibe dê deynên şaredariyê bên helkirin û hin proje bên qebûlkirin.