Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin 2020-12-30 23:43:02   RIHA – Cenazeyê Vedat Okê HPG'yî ku li navçeya Kufra ya Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, cara dudoyan hat definkirin.    Cenazeyê Vedat Okê HPG'yî ku li Geliyê Bombatê yê navçeya Kufra ya Sêrtê di 28'ê Tîrmehê de di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Malbatê cenazeyê Ok wergirt û li gundê Zoncik ê Pirsûs a Rihayê spart axê.    Malbatê 5 meh berê ji bo DNA'yê xwîn dabû Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û piştî 5 mehan cenazeyê Ok ê li Goristana Zevyeyê derxist û anî Rihayê. Di dema derxistina cenaze de polîsan goristan dorpêç kiribû. Gav malbatê cenaze anî bajêr, li têketina bajêr polîsan ew dan sekinandin û lwesayîtên wan seh kirin.   Li gundê Zoncikê jî polîsan goristan dorpêç kir û tenê destûra 6 ferdên malbatê dan ku cenaze defin bikin. Polîsan nehişt wecîbeyên olî jî pêk bên.