‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe' 2020-12-31 09:10:16 STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan û parêzer, anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê û pirsgirêên heyî yên li bendê ne bên çareserkirin girêdayî hev in û gotin: "Tecrîd çi qass giran bibe, em ew qas ji aştiyê dûr dikevin."  Li girtîgehan ji 27'ê Mijdarê heya niha çalakiya greva birçîbûn a bêdem û dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, didome. Parêzvanên mafên mirovan û parêzeran destnîşan kirin ku tecrîd sûcê herî mezin e, li hemberî mirovahiyê û xwestin ev polîtîkaya ku li seranserê welêt belav bûye bi dawî bibe.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN    Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Destîna Yildiz, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya civakê belav bûye û wekî amûreke zext û zoriyê tê bikaranîn. Yildiz got: "Îro ro hemû muxalif tên tecrîdkirin û azadiya ji bo mafan tê çewiandin. Ev yek herî zêde li girtîgehan xwe dide der. Lêgerîna tazî, îşkence hwd. gelek binpêkirinên mafan zêde bûne."    LI ÎMRALIYÊ DEST PÊ KIR    Yildiz, destnîşan kir ku qedexeyên ku li Îmraliyê dest pê dikin li tevahiya girtîgehan pêk tên û got: "Li Îmraliyê bi salan weşanên bidem û yên bêdem hatin desteserkirin. Bi qedexekirina nameyan re pêwendiya bi derve re hat qutkirin. Qedexekirina hevdîtinan û cezayên dîsîplînê yên kêfî pêşî li Îramliyê pêk hatin û dû re li tevahiay girtîgehan belav bû. Îro ro, hemû girtîgehên ku girtiyên siyasî lê ne veguherîne Îmraliyê."    AWAYEKÎ ÎŞKENCEYÊ    Yildiz, destnîşan kir ku tecrîd pêkanîneke dijî mirovahiyê ye û got: "Tecrîd hem bandoreke derûnî li mirovan dike hem jî bi awayekî fizîkî bandoreke nebaş li mirovan dike. Bi polîtîkaya tecrîdê re mafên girtiyan ên pêwendiyê, nûçewergirtinê û civakîbûyînê tên binpêkirin. Lewma tecrîd awayekî îşkenceyê ye."    Yildiz got: "Heya tecrîda li ser Ocalan ranebe, dê tecrîda li girtîgehan jî bi dawî nebe."    ‘DIVÊ GUH LI DAXWAZÊN WAN BÊ KIRIN'    Yildiz, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ku ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan ddestt pê kirine û got: "Daxwazên girtiyên siyasî pir hêsan in. Rakirina tecrîda li ser Ocalan, hevdîtin bi malbat û parêzeran re. Girtî, ji bo ku dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere di greva birçîbûnê de ne. Lewma heger îsrara di polîtîkaya tecrîdê de dewam bike û daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin, dibe bibe sebeba encamên giran. Dewlet, divê guh li daxwazên rewa yên girtiyan bike û tecrîdê rake."    YOLERÎ: KURD TÊN CEZAKIRIN    Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê awayekî "îşkenceyê" ye.    Yolerî, destnîşan kir ku demildest divê tecrîd bi dawî bibe û got: "Ji sala 2000'î heya niha bi awayekî sîstematîk polîtîkaya tecrîdê tê pêkanîn. Lê belê awayê wê yê herî giran li Îmraliyê pêk tê. Tecrîda li ser Ocalan, tê wateya cezakirina gelê kurd. Tecrîd çi qas giran bibe, em jî ew qasî ji aştiyê dûr diekvin. Tecrîda li Îmraliyê tenê ne li ser daxwazên gelê kurd, li ser daxwazên ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyan ên tevahiya civakê pêk tê. Lewma polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û li tevahiya girtiyan pêk tê û pirsgirêkên heyî yên li benda çareserkirinê ne hemû girêdayî hev in."    BANGAWAZΠ   Yolerî, bilêv kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên di vê serdema pandemiyê de hatine destpêkirin dê bandoreke nebaş li tenduristiya girtiyan bike û got: "Lê em baş dizanin ji bo pirsgirêkên dijwar ên li girtîgehan bên bihîstin û ji bo bên çareserkirin girtî mecbûr mane greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Tecrîda li girtîgehan pêk tê, di dema pandemiyê de girantir bûye. Tecrîda giran a li Îmraliyê û li tevahiya girtiyan û binpêkirinên mafan ên pêk tên girêdayî hev in. Divê mirov vê yekê ji nedîtî ve neyên. Yan na wê ev yek têkoşîna ji bo mafan qels bike. Lewma divê her kes di vî warî de bi hesasî tevbigere. Em ji bo têkoşîna li dijî li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan bang li her kesî dikin."    MA / Erdogan Alayûmat