Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir 2020-12-31 14:46:08   STENBOL – Bi îdiaya “agir bi daristanê xistiye” cezayê heta hetayê li Yakûp Akman hat birîn. Malbata Akman wî bi daxwaza edaletê li Stenbolê rojek greva birçîbûnê da destpêkirin.    Li Daristana Aydosê ya bi ser navçeya Pendîka Stenbolê ve di 19’ê îlona 2019’an de şewat derketibû. Welatiyê bi navê Yakûp Akman li tîmên agirkujiyê û polîsan digere û agahiya şewatê dide wan. Akman pişt re bi îdiaya “agir bi daristanê xistiye” tê girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 36’emîn a Stenbolê cezayê heta hetayê li Akman hat birîn. Dayika Akman Fînce Akman û hevjîna wî Nûrhak Akman bi boneya şermezarkirina ceza û daxwaza edaletê li ber mala xwe ya li navçeya Kartala Stenbolê çalakiya greva birçîbûnê ya bo dema rojekê dan destpêkirin.     ‘KÎJAN MAF Û HIQÛQ’    Fînce Akman anî ziman ku ji bo kurê wê adil were darizandinê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û got: “Kurê min vî sûcî nekiriye. Dizek, qatil, tecawizkar û tiryarkêşan berdidin, li zarokên me ceza dibirin. Her cûre îşkenceyê li kurê min dikin. Dibêjin ‘maf, hiqûq cihê xwe dîtiye.’ Em jî dipirsin kîjan hiqûq cihê xwe dîtiye. Ez bang li Serokkomar Tayyîp Erdogan dikim û dibêjim; Ka edalet? Bila ji me re bêjin edalet li ku be, em ê biçin wir. Lê mixabin edalet nîne. Ev dewelt çi ji me dixwaze, Em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Ji ber em kurd in vî cezayî dan me.”    ‘JI BER KURD E HAT CEZAKIRIN’   Hevjîna Akman, Nûrhak Akman jî destnîşan kir ku hevjînê wê bi neheqî û bêhiqûqî hatiye girtin û cezakirin û got: “Em li dijî vê neheqiyê di greva birçîbûnê de ne. Hevjînê min ji ber ku bi tenê kurd e hatiye cezakirin. Ji bo were berdan me dest bi çalakiyê kir. Heta ev neheqî û bêhiqûqî bi dawî bibe, ez ê têbikoşim.”    MATUHAR-DER SERDANA MALBATÊ KIR    Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) Sebat Karul û Huseyîn Kayra jî serdana malbata Akman kirin. Rêveberan destnîşan kir ku cezayê li Akman hatiye birîn bêhiqûqî ye û ew ê bibin şopdarê dozê û bi malbatê re di nava piştevaniyê de bin.    MA/ Berna Kişin - Mehmet Aslan