Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin 2020-12-31 15:20:19   COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê ragihand ku bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li nav bajêr hatine qedexekirin.    Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku çalakî, daxuyanî û şahiyên dê li navenda bajêr werin lidarxistin ji bo dema 15 rojên din jî hatiye qedexekirin. Walîtiyê qedexeya ku heta 15’ê çile bidome bi van hêcetan parast: “Ewlehiya netewî, pêşî lê girtina sûckirinê, parastina azadî û mafên kesên din, pêşî lê girtian şewba vîrûsa koronayê, provakasyonên ku derkevin holê û bûyerên civakî.”   Ev demek dirêj e Walîtiya Colemêrgê her ji 15 rojan carekê çalakî û şahiyen dê li bajêr pêk werin qedexe dike.