Hestiyên kurê xwe dixwaze 2021-01-01 09:04:30 STENBOL – Bav Şebap Doner ku cenazeyê kurê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin, li bendê ye ku hestiyên kurên wî yên li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatine veşartin teslîmî wî bên kirin.    3 sal berê 282 cenaze ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor hatibûn derxistin û dû re goristan hatibû xerakirin. Gava cenaze hatibûn derxistin heya demeke dirêj nehatibû zanîn bê kar birine ku derê. Lê belê piştî daxuyaniya Wezareta Bedlîsê ya 2'yê Çileya 2018'an aşkere bûbû ku cenaze birine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Ji van cenazeyan hin jê li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de hatine veşartin. Heya niha 21 cenaze radestî malbatan hatine kirin û 261 cenaze jî hîn di bin peyarêyê de ne.    Yek ji van cenazeyan jî yê kurê malbata Donerê ye. Kurê wan Abdulhamîd, gava di sala 1994'an de gundê wan ê Bedlîsê tê şewitandin, tevli nav PKK'ê dibe.   Bav Şebab Doner, anî ziman ku piştî wextekê pê hesiyane ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, lê belê bi salan cenazeyê kurê xwe nedîtine. Bav Doner got: "Em di sala 2014-2015'an de çûn gund. Gava em çûn me gora kurê xwe dît. Li ser kêlika gorê Abdulhamîd Doner nivîsandîbû. Li Tetwanê, di şerekî di sala 1995-1996'an de jiyana xwe ji dest daye. Dû re cenazeyê wî li Goristana Xerzanê defin kirine. Dû re jî li Kilyosê defin kirin. Me piştî salan cenazeyê xwe dît, lê hîn jî radestî me nehatiye kirin."    MIROVAHÎ QEBÛL NAKE    Bav Doner ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye û ji bo DNA'yê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û xwîn daye. Bav Doner, anî ziman ku dozger jê re gotiye 'Heger DNA li hev derê wê cenaze bidin.' Bav Doner, destnîşan kir ku hîn ew li bendê bûn ku DNA zelal bibe, bihîstine ku Goristana Xerzanê hatiye xerakirin û cenaze birine Stenbolê.    ‘TU DÎN VÊ YA QEBÛL NAKE'    Bav Doner got: "Gava cenaze hatin talankirin em li Stenbolê bûn. Pêşî gotin li Bedlîsê ne, dû re gotin birine Stenbolê ciyekî ewle. Heya niha 21 cenaze teslîmî malbatan kirine. Cenazeyên me li cihekî werê veşartine, tu dîn, tu mirovahî vê yekê qebûl nake."    Doner, destnîşan kir ku di dînê îslamê de rêz ji bo cenazeyan heye û got: "Çi dibe bila bibe divê cenazeyên ji wî cihê ku mirov tê de diçin, heywan û wesayît tê de diçin û tên bên derxistin." Doner, anî ziman ku rojek berî rojekî divê cenaze teslîmî malbatan bên kirin û yên malbatên wan nayên tespîtkirin jî li gor rûmeta mirovahiyê bên definkirin.    Bav Doner, anî ziman ku ji ala 2017'an ve bi vî awayî diêşin û got: "Hîn jî haya me ji cenazeyê me tune ye. Bi rastî jî devera ku cenaze lê hatine veşartin derî mirovahiyê ye. Ne mirovahî ne jî îslamiyet vê qebûl nake. Ew can û cegera malbatan e. A li cenazeyên kurdan tê kirin zilm e, netewperestî û nîjadperestî ye. Em dixwazin zarokên xwe li cihekî paqij û ewle defin bikin. Da ku ev êş û keser nemîne. Ev yek her tim me diêşîne. Mirina wan tîne ber çavê me."    ‘REWŞA CENAZEYÊN ME LI BER ÇAVA YE, HÛN RADIBIN BEHSA ÎSLAMIYETÊ DIKIN'    Doner, destnîşan kir ku bi salan e li vê axê dijîn û xwediyê vê axê ne. Doner got: "Heger hûn rabin kurdan qebûl nekin, nexwe hûn zalim in. Ê ku vê zilmê rewa dibîne, bêrûmet e. Li devereke ku destmêja wê jî nayê qebûlkirin hatine veşartin. Lê bi ser de radibin behsa îslamiyetê dikin. Ev zilm ne niha ye, piştî Hz. Mihemed ji dema Muaviye heya niha werê ye. Di Dîrokê de mînaka Şêx Seîd, Seyîd Riza heye. Beriya wê jî mînakên bi vî rengî hene. Cenazeyên me tune dikin. Dixwazin malbatên wan biêşin."    Doner xwest dewlet dev ji vê rantê û rutbeyê berde û got: "Dev ji zilm û nîjadperestiyê berdin. Kesên xweyî wijdan divê guh bidin meû bila dewlet jî cenazeyên me teslîmî me bike."    MA / Berfîn Karaman