'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan' 2021-01-01 09:05:12     WAN - Jinan nerazîbûna xwe ya ji bo girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anîn ziman û gotin: "Leyla, dengê demokrasî, aştî û biratiyê ye. Ew li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan."    Di 21'ê Kanûna 2020'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hatibû birîn û hatibû girtin. Nerazîbûnên ji bo girtina Guvenê didomin.    Hevşaredara Serayê Caziye Dûman a ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin û Hevşaredara Tûşbayê Ayşe Mînaz ku bi hinceta bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbataya wê nehatibû dayîn, anîn ziman ku dê têkoşîna Guvenê bidomînin.    'FERASETA REVANDINÊ'    Dûman, çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin bibîr xist û destnîşan kir ku ev çalakî di heman demê de, ji ber "birçîbûna ji bo demokrasiyê" bû jî. Dûman, ji bo girtina Guvenê ya demildest hat binçavkirin û paşê hat girtin jî anî ziman ku "feraseta revandinê" ye û got: "Roj bê dê pêdiviya vê ferasetê jî bi hiqûq û edaletê çêbibe. Tişta di şexsê leyla Guvenê de hatiye kirin, li tevahiya gelê kurd hatiye kirin."    ‘WÊ LEYLA ZÊDE BIBIN'    Dûman, destnîşan kir ku Guvenê her tim ji bo demokrasî û wekheviyê têkoşiyaye û got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya Birêz Guvenê dabû destpêkirin, bû greveke ku gihaşt gelên Ewropa û Rojhilata Navîn. Ruhê berxwedanê di şexsê Guvenê de li tevahiya welêt belav bû. Li dijî feraseta ku dixwaze pêşî li Demokrasiyê bigire, dê Leyla zêde bibin. Heya ku jin bi ruhê berxwedanê demokrasiyê bînin welêt, dê têkoşîna bidome. Li welatekî bê demokrasî hiqûq ne pêkan e. Guven, dengê demokrasî, aştî û biratiyê ye. Demildest divê bê berdan."    SEMBOLA BERXWEDANÊ: LEYLA    Mînazê jî anî ziman ku Guven di siyaseta kurd de naveke girtîng e û bi têkoşîna xwe ji bo jinan bûye sembol. Mînaz got: "Wê Leyla li hundir bibe dengê me, em ê jî li derve bibin dengê wê."   ‘EM DENGÊ LEYLAYÊ NE'    Mînaz, bilêv kir ku li ser vîn, deng û nasnameya jinên kurd êrîş hene û îqtidara AKP'ê dixwaze jinan tune bike. Mînazê got: "Guvenê her tim lîstikên wan pûç kiriye. Kesên dixwazin dengê Leyla Guvenê bitepisînin, dê sibê hewl bidin dnegê jinên berxwedêr jî bitespisînin. Lewma divê em dengê xwe li dengê Leylayê zêde bikin. Em ê her tim dengê Leylayê bin."