Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn 2021-01-01 09:09:43     ŞIRNEX - Mele Alî Akdag, ji ber nimêja cenaze kiribû hatibû girtin. Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza lê birîbû. Dadgeha îstinafê ceza erê kir. Keça wî Sabuha Akdag, bertek nîşan da û got: "Bavê min çi kiriye, ma mirov kuştiye?"    Li navçeya Elkê ya Şirnexê meleyê 60 salî Alî Akdag, ku 30 sal in meletiyê dike, ji ber erka xwe heya niha bi dehan caran hatiye binçavkirin. Akdag ku ji ber xebatên meletiyê tê darizandin, bi hinceta "endamê rêxistin çekdariyê" di Hezîrana 2019'an de hatibû girtin. Akdag, sal û 6 meh in di Girtîgeha Şirnex a Tîpa T'yê de ye. Bi nexweşiyên tansiyon û dilî e. Dadgehê 6 sal û 3 meh cez li Akdag birîbû û dadgeha îstinafê jî cezayê hatibû birîn erê kir.    Sabuha Akdag, derbarê cezayê ku li bavê wê hatiye birîn de anî ziman ku bavê wê ji ber kar û barên xwe yê melatiyê hatiye girtin û wiha axivî: "Bavê min ji ber çar dosyayên cuda hatiye girtin. Lê di tu dosyeyê de jî delîleke berbiçav tune ye. Bavê min mele ye û wekî her meleyekî wî jî peywira xwe dikir. Bavê min tevlî hemû cenazeyan dibû û nimeja hemû cenazeyan dikir. Di pêvçûnan de leşkerekî payebilind jiyana xwe ji dest dabû. Bavê min cenazeyê wî şûşt û nimêja cenaze kir. Bavê min ji ber ku mele bû, tu caran ferq û cudahiya ziman, nijad û olê nedikir. Kî bibe bila bibe, bavê min li gorî rêbazên olî tevdigeriya. Di sala 2013-2015'an de kurê cîrana me jiyana xwe ji dest dabû. Bavê min, ji ber ku tevlî cenazeyê wî bûbû hat girtin. Bi dehan caran bavê min binçav kirin û herî dawî jî girtin."   'BAVÊ MIN ÇI KIRIYE, MA MIROV KUŞTIYE?'   Sabuha Akdag, bilêv kir ku tu sûcê bavê wê tune ye û got: "Ji bavê min re gotin, 'Te çima nimêja cenazeyî kiriye?' Ji ber ku nimêja cenazeyî kiriye 6 sal û 3 meh cezayê girtigehê lê birîn. Mele bû, peywira xwe pêk anî û tiştekî şaş nekiriye. Bavê min li gorî baweriya xwe tevgeriya, ji ber wê niha tê sûcdar kirin. Ev tişt li ku derê hatiye dîtin? Kirinanimêja cenazeyî ne qedexeye. Bavê min nexweş e, ji ber wê divê bê berdan. Nimêj kir û 6 sal ceza lê birîn. Bavê min çi kiriye, ma mirov kuştiye?"   'TIŞTA KU HAT SERÊ ALÎ BOÇNAK, BILA NEYÊ SERÊ BAVÊ MIN JÎ'    Akdag, bal kişand ser Alî Boçnak ê ku di 24'ê Îlona 2020'an de li Girtîgeha Patnosê a Agiriyê ya Tîpa L'yê jiyana xwe ji dest dabû û got: "Ev nayê qebûlkirin. Daxwaziya me ew e ku dewlet dengê me bibihîze. Temenê bavê min mezin e û nexweş e. Em naxwazin tişta ku hatiye serê Alî Boçnak, bê serê bavê min jî. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Em dixwazin ku bavê min bi lez û bez bê berdan."    MA - Zeynep Durgut