Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin 2021-01-01 10:58:52   ENQERE -  Endama Platforma Jinan a Enqereyê Bûse Uçer a li ser medya civakî qetilkirina jinan şermezar kir hat binçavkirin.    Endama Platforma Jinan a Enqereyê û Malên Gel Bûse Uçer duh êvarê dema ji Mor Mekan a Enqereyê derket bi hêceta biryara girtina wê heye ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Uçer bi boneya   biçavkirina endamên Kolektîfa Jinên Zanîngehê yên li ber avahiya AKP’ê ya Enqereyê çalakî li dar xistibûn di hesabê xwe yê Twîtterê de parve kiriye hat binçavkirin.    Hat diyarkirin ku Uçer li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tê ragirtin û ew bi îdiaya “xelkê sewqî kîn û dijminantiyê kiriye” tê sûcdarkirin û piştî polîs îfadeyên wê bigirin dê sewqî dozgeriyê were kirin.    Twîta Uçer belav kiriye wiha ye: “Rojên ku em ê vî bajarî bidin ber agir nêzîk in.”