ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN 2021-01-02 09:00:02 * Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 37'emîn de dewam dike. * Parêzvanên mafên mirovan ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên berê di nav Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê de cih girtibûn, diyar kirin ku çalakiya ku di dema pandemiyê de tê kirin fikarên wan zêdetir kirine û gotin: "Heger dilê me û bihîstina xebera mirinê tune be, divê em berteka civakiyî bilindtir bikin."    * ÇHD û OHD'yê nerazîbûna xwe ya ji bo qanûna nû ya ku rê li ber tayinakirina qeyûman vekiriye anîn ziman û li dijî vê qanûnan ji bo têkoşînê bang kirin.    * Li Girtîgeha Kurkçulerê li 8 girtiyên ku li ber binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî rabûne, 2 mehan cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî hatiye birîn.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê mal û milkên şaredariyê ji bo şaredariyên AKP'î ya Samosad û Çêrmûgê xerc bike.    * Walîtiya Colemêrgê, wekî mirina Şeralî Derelî, Vedat Ekîncî, Kerîmhan Zerender û Adem Kûyûmcû yên bi guleyên eskeran hatin kuştin, di birîndarkirina Reşît Ekîncî de jî piştî ku raya giştî pê hesiyan daxuyanî da û got: "Gava eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê daye, qeza çêbûye û Ekîncî birîndar bûye."    * Hasan Duduk ê ji Mêrdînê gava li Çerkezkoyê eskerî dikir, eskerên payebilind lê xistine û cixare di canê wî de tefandine. Piştî vê Duduk, firar kiriye. Duduk, giliyê eskeran kir.    * Rojnameger Yusuf Gurcusû diyar kir ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û got: "Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalist li ser cîhanê bê serwerkirin."   * Li Geverê xebatên çand û hunerî ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê ciwanên bi kuçe û kolanan daketin komek muzîkê ya bi navê Koma Dengda saz kirin û li ber stranên kurdî kolanan şên dikin.    * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 621'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer werin darizandin" li ser înternetê li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi armanca li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin cezakirin dê di hefteya 823'yemîn de çalakiya xwe online li dar bixin. (12.00)   * Parêzvanên mafê mirovan dê li Stenbolê û Enqereyê wek her hefteyê vê hefteyê jî bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)