Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist! 2021-01-02 10:07:33 ŞIRNEX – Malbatek xwest zaroka xwe ya nexweşa epîlepsî bibe nexweşxaneyê. Polîs ji malbatê re bûn astengî û heqaret li ferdên malbatê kirin û ferdek malbatê jî binçav kirin.    Li gundê Ernebatê ya girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê Sûltan Taşdemîr (17) a ku bi nexweşîna atî (sara) re rûbirû duh bi şev rewşa wê giran bû. Malbatê li ser vê yekê xwest zaroka xwe bibe Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Di ketina navçeyê de li xala kontrolê malbat ji aliyê polîsan û notirvanan ve hat sekinandin û bi hêceta Kovîd-19 destûr nedan malbat biçe nexweşxaneyê. Li gel ku malbata Taşdemîr derdê xwe ji polîsan re got jî lê dîsa destûr nehat dayîn û heqaret û çêr li ferdên malbatê kirin. Piştî nîqaşên dirêj malbat xwe gihand nexweşxaneyê.    Polîs û notirvanan heta ber nexweşxaneyê malbata Taşdemîr şopandin. Polîsan li ber nexweşxaneyê keke Sûltan Taşdemîr, F. Taşdemîr bi îdiaya “heqaret li mezinê dewletê kiriye” binçav kirin û birin qereqola polîsan. Piştî îfadeyên F. Taşdemîr hatin girtin serbet berdan.