Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin 2021-01-02 11:10:11 AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, bi boneya winda bên dîtin û faîl bên darizandin çalakiya şemiyê berdewam kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê di çalakiyê de aqûbeta Ahmet Tekîn ê cendirmeyan di sala 1994'an de li Licê binçav kir û winda kirin pirsîn.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" di hefteya 621’an de berdewam kirin. Mabatan û ÎHD'ê dîsa ji ber vîrûsê çalakî li ser onlîne çêkirin. Malbatan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Tekîn ê di sala 1994'an de cendirmeyan li Fermandariya Cendirmeyan a Lîcê ew li ser rê binçav kirin û winda kirin pirsîn. Cîgira Hevserokên Giştî ya ÎHD'ê Rahşan Bataray Saman çîroka Tekîn vegot.    ESKERAN EW BINÇAV KIRIN   Rahşan Bataray Saman anî ziman ku di Gulana 1994'an de eskeran li ser rêya Lîceyê dolmîşa ku Tekîn têde bû rawestandin û Ahmet Tekîn ji dolmîşê daxistin. Saman, da zanîn ku eskeran piştî Tekîn binçav kirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Lîceyê û wiha got: "Piştî malbata Tekîn agahî ji Ahmet Tekîn negirtin serî li Serdozgeriya Komarê ya Lîceyê dan. Ji ber dozgeriyê biryara bêşopandinê dan, dosya şandin 7'emîn Fermandariya Milê Artêşê ya Amedê. Birayê Ahmet Bedrî Tekin jî piştî Ahmet winda bû serî li Şaxa ÎHD’ê da. Bira Tekîn anî ziman ku dema birayê wî binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan şahidê bûyerê jî hebûn. Dema dayika Ahmet çû Fermandariyê jî dît ku di nava eskeran de çavê Ahmet girê dabûn û xistibûn lêpirsînê. Dema dayika Ahmet kir qêrîn jî Serbazê bi navê Şahabettîn dayika Ahmet derb kir û rûyê dayika Ahmet reş bû. Hemû hewldanên malbatê bê encam man."    Saman, anî ziman ku Tekîn di sala 1994'an de li Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê hat binçavkirin û 26 salin agahî jê nayê girtin.