Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan 2021-01-02 15:34:17   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, di çalakiya Rûniştina F de axivî û bal kişand ser rewşa girtiya nexweşa giran Kadriye Cengîz. Yolerî, diyar kir ku divê tavlê girtiya jin Cengîz bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 458’emîn de, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xist. Di çalakiya vê heftê de, rewşa girtiya nexweşîna giran Kadriye Cengîz (45) a ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimen, hat destgirtin.   JIYANA WAN DI TALÛKÊ DE YE   Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dewam dikin û wiha axivî: “Ev binpêkirinên her roja diçe zêdetir dibin. Girtî di şert û mercên zor û zehmet de dijîn. Ji bo girtiyan bergirî nayê girtin. Ev jî dibe, sedem ku jiyana girtiyan bikeve nava talûkeyek mezin. Ev rewş ji bo hemû  girtiyan bi rîske. Girtiyên nexweş jî terkî mirinê hatine kirin.”   NIKARE LI SER PIYAN BIMÎNE   Yolerî bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Kadriye Cengîz û wiha pê de çû: “Kadriye 6 salin girtiye. 7 meh mane ku cezayê wê xelas bibe. Nexweşiyên cîdî yên Kadriye hene. Din ava 6 mehan de Kadriye du caran xwînîbûna mîdê derbas kir. Dîsa pençeşêra pêsîrê pê re heye. Di heman demê de, teşhîsa pençeşêra kezekê ji bo wê hat danîn. Din ava salê de Kadriye krîza dil derbas kir. Nikare li ser piyên xwe raweste.”    BIJÎŞKAN: DI HÛNDIR DE BAŞ NA BE   Yolarî, vegotinên keça Kadriye Evîn Cengîz ên derbarê dayika wê de, bi bîr xistin û wiha bilêv kir: “Di çûyîn û hatina nexweşxaneyê de, 3 caran 14 rojan di hucreya karantînayê de girtine. Ji ber vê rewşa tenduristiya wê girantir bûye. Kandriye du caran krîza dil derbas kiriye û bijîşkan ji malbatê re gotine, tenê şansekê Kadriye ma ye. Divê Kadriye tavilê bê berdan. Pêwîste ku tedawiya girtiyan baş bê kirin. Lazime ku astengiyên li pêşiya dermankirina girtiyan bên rakirin. Em carek din banga serbest berdana girtiyên nexweş dikin.”