Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin 2021-01-02 15:59:26   HESEKÊ - Li nêzî nexweşxaneya El-Rehmê ya kolana Filîstîn a bajarê Hesekê bombeyeke destan teqiya. Di teqînê de yek jê zarok 2 sivîl mirin. 7 sivîl jî birîndar bûn.    Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), li Hesekê teqîn pêk hat û 2 kes mirin. Di teqînê de zarokekî biçûk û sivîlekî 39 salî jiyana xwe ji dest daye û 7 sivîl birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneyên El-Luilua û El-Hikmê. Rewşa hin birîndaran giran e. Nûçegihanê ANHA diyar kir ku li sûka bajarê Hesekê di navbera hêzên hikumata Şamê û komên Dîfa Wetenî de rageşî heye û dikanên bazirganiyê hatine girtin.