ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN 2021-01-03 09:00:13   * Bi ser qetilkirina 3 siyasetmender jin ên kurd re 5 sal derbas bûn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar bi minasebeta qetilkirina salvegera 5'emîn re axivîn û destnîşan kirin ku heta kujerên zarokên wan hesab bidin dê têkoşîna xwe bidomînin.   * Qeyûmê Îdirê biryar da ku pereyê şaredariyê ji bo xizmeta Fermandariya Cendirmeyan a Bajar û dîwarê wê yê 57 hezar metrekare xerç bike.    * Esnafên Stenbol û Kocaeliyê anîn ziman ku tevdîrên hatine girtin pişta esnafan şikandiye û ji ber vê gelek esnafan îflas kiriye.    * Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku di AKP'ê de bi salan peywirên girîng bi dest jinên sergirtî neketiye. Parlementera HDP'î Huda Kaya jî destnîşan kir ku AKP'ê her tim şerpayê îstismar kiriye.    * Malbata Yagmekanê bi salan e bi tahde û zextên dewletê re rû bi rû maye. Ferdekî malbaê li çiyê jiyana xwe ji dest daye, yek jê di girtîgehê de ye û yek jê jî ji bêgavî çûye Ewropayê. Dayik Sûltan Yagmekan, bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: "Heger Ocalan azad bibe dê aştî çêbibe, dê zext û zorî nemînin û wê zarokên me nemirin."    * Koordînatora CÎSST'ê Berîvan Korkût, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya di dema pandemiyê de li gor ên berê du qat xeteretir in û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bang li rayedaran kir.    * Lêkolîner û nivîskar Muhsîn Osman ku qewimînên li herêmê nirxandin, bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got: "A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye. Bi yekîtiyê em ê karibin bi ser bikevin. Divê em rê dost û dijminan bidin ku gava em bi yek bin em çawa xwe bi rê ve dibin."