Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand 2021-01-03 10:08:06   MELETÎ - Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar a 16 salî E.G. derewand. Wezîrê Karên Hundir jî berê daxuyani dabû û tecawiz derewandibû.    Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar a 16 salî E.G. ku li taxa Narmikan a Meletiye pêk hatibû derewand. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî berê daxuyanî da û tecawiza li dijî zarokê derewand. Walîtiya Meletiye bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku li gorî Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) li dijî E.G. tecawiz pêk nehatiye. Walîtiyê parast ku Serdozgeriya Komarê ya Meletiye der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.