Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet 2021-01-03 10:40:00 WAN - Walitiya Wanê, qedexeya çalakiyan a 5 sal in li Wanê dewam dike, şewba vîrûsa koronayê weke hincet nişanda û dirêj kir.   Qedexeya çalakiyan a Wanê ku di 21’ê Mijdara 2016’an hat îlankirin 5 sal in dewam dike. Walitiya Wanê, çalakiya qedexeyan a ku hezar û 504 roj in didome, 15 roj din jî, dirêj kir. Walitiyê, qedexeya 5 sal in berdewam dike, vê carê jî, şewba vîrûsa koronayê kir hincet û dirêj kir.