Hêjmara Xwebûn a 55'an derket 2021-01-03 11:43:07   AMED - Rojnameya Xwebûn ku bi Kurdî hefteyê carekê tê çapkirin, di sersala nû de bi hêjmara 55'an derket. Rojnameya Xwebûn vê hefteyê bi manşeta "Romanên bextewar tune ne" a ku Xecê Daşxin bi nivîskar Nûdem Hezex re kiriye derket.      Rojnameya Xwebûn a hefteyekê carekê bi Kurdî tê waşandin, di sersala nû de bi hêjmara 55'an derket. Rojname,  bi manşeta "Romanên bextewar tune ne" derket. Rojnameyê di spota hevpeyvîna ku Xecê Daşxin bi Nûdem Hezex re kiriye wiha nivîsî ye: "Di nav berhemên edebî yên cîhanê de roman xwedî cihekî taybet e. Roman bi mijar, awayê vegotinê û hûnandinê her tim ji aliyê nivîskar û xwendevanan ve hatiye nîqaşkirin. Xecê Daşxin jî li ser zimanê edebiyatê û romana kurdî bi nivîskar û helbestvan Nûdem Hezex hevpeyvîn kiriye. Hezex di hevpeyvîne de wiha dibêje: “Zimanê kurdî di qada edebîyata nivîskî de qadeke beyar e. Loma ne hêsan e mirov çandinîyê li erdeke beyar bike. Divê mirov çend deman cot bike, ji kevir û latan paqij bike. Zimanê kurdî, hê li nivîsbêjîyê nebûye zimanekî civakî loma mirov nikare pê her tiştî bike."    Rojnameyê di surmanşeta xwe de jî bi sernavê "Li dijî tecrîdê berxwedana girtiyan mezin dibe", li ser çalakiyên girtiyan wiha nivîsî: "Çalakiya girtiyan bi koma 8’emîn di meha duyemîn de didome. Her diçe hejmara girtiyên ku beşdarî çalakiyê dibin zêdetir dibe. Li rûxmî vê rewşê jî desthilata AKP’ê xwe li çalakiyê ker û lal kiriye û têkildarî mijarê tu daxuyanî nade. Çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Sidik Baran, ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê ya Rîzeyê, ji malbata xwe re ragihand ku dema dertên axaftina bi telefonê lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Bavê berxwedêr Baran Temîn Baran, li dijî vê pêkanînê derket û destnîşan kir ku pêkanîna lêgerîna tazî pêkanîna Esat Oktay Yildiran e û got ku ew heta dawiyê piştgirên daxwazên zarokên xwe ne."   ROJNAMEYÊ CIH DA 3 JINÊN KURD ÊN SIYASETMEDAR    Rojnama Xwebûn, dîsa di vê hêjmarê de balê dikişîne ser 3 jinên Kurd û bi sernavê "Di ser qetilkirina 'Sê jinên Azad' re 8 sal derbas bûn" kuştina 3 jinên Kurd bibîr dixe. Rojnamê di bin vî sernavî de wiha nivîsiye: "Di 9’ê Çileya 2013’an de, li Parîsa Paytext a Fransayê jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji aliyê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hatin qetilkirin. Di ser qetilkirina her sê jinên têkoşer re 8 sal derbas bûn. Sakîne Cansiz yek ji sazûmankara PKK’ê, Fîdan Dogan Berpirsiyara Karên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Leyla Şaylemez jî endama tevgera ciwanan a Ewropayê bû. Beriya ku doza qetilkirina wan dest pê bike, Omer Guney ê kujer, li Fransayê di girtîgehê de bi awayekî biguman mir. Piştî mirina Guney, dadgeha Fransayê bi hinceta mirina wî dawî li dozê anî."       XWEBÛN BI NIVÎSKARÊN NÛ BI WE RE YE    Di Xwebûnê de vê hefteyê nivîskar Mizgin Ronak bi gotara "Lênûskên Winda" nivîskar Kenan Colemêrgî bi gotara "Şevzengilk", nivîskar Ehmed Pelda bi gotara "Rantxwarî û kedxwarî" nivîskar Eylem Şoreş bi gotara "Kurdistan ne bêxwedî ye", nivîskar Muqades Agirî bi gotara "Melayê Cizîrî", Nivîskar Zehra Mohammedzadeh bi gotara "Çuka biçûk Tûrqê", nivîskar Felemez Ulug bi gotara "PDK û sala 2020’î", Nivîskar Amed Tîgris bi gotara "Geşedana dengê zarokan", Gulçîn Adar bi gotara "Keştîya multecîyan de bêwar a", Kewê Redkan bi gotara "Celîlê dikançî", Adar Şaman bi gotara "Serê salê û binê salê" û Rojnameger Qedrî Esen jî "Çîroka bîra elektrîkê ya Farqînê" nivîsî.