Li Enqereyê jinek hat kuştin 2021-01-04 10:27:00   ENQERE – Li navçeya Mamakê ya Enqerê Sevgî Tekîn ji aliyê kesê bi navê Gokhan Agtaş ve hat kuştin.    Li navçeya Mamakê ya Enqerê zilamê bi navê Gokhan Agtaş çû mala Sevgî Tekîn û bi sîlehê êrişî wê kir. Tekîn bi giranî birîndar bû. Zarokên wê agahî dan tîmên tenduristiyê û polîsan. Tîmên tenduristiyê Tekîn rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê lê tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku kujer Agtaş ji cihê bûyerê reviyaye û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.