‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me' 2021-01-04 12:24:25   STENBOL - Hatîce A. ya ku li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne diyar kir ku di serdegirtina qawişan de nivîsên wan yên ku bi salane dinivîsin hatine desteserkirine û got: “Peyama 'divê hûn ne hilberînin' didin me."    Hatîce A. ya ku li Gîrtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne têkildarî serdegirtina qawişan a di 27’ê Mijdara 2020’an de pêk hat nameyeke bi sernavê “Jiyana girtiyên jin hat talankirin” nivîsand. Hatîce A. ji bo ku tiştên li qawîşê qewimîne raya giştî jî jê agahdar bike nameyek berfireh nivîsan û ji Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn re şand.   Hatîce A. di nameya xwe de li ser tiştên ku li derve û hundir jin pê re rûrûbi mane rawestiyeye. Hatîce A, diyar kir ku êrişên li ser jinan ji hev ne serbixwe ne û bi armanca nivîsên wan yên bi salane dinivîsin ji holê werin rakirin û ji hilberînên wan re astengî werin derxistin gardiyanan bi ser qawîşan de girtine. Hatîce A. diyar kir ku jin li derve zêdetir bi awayekî fîzîkî tên qetilkirin û li girtîgehan jî hêvî, xeyal, hest, raman û keda bi salan a jin didin tê qetilkirin.   Hatîce A. da zanîn ku sedema nameyê ji Eren Keskîn re nivîsînê zext û zilma li girtîgehê ku ji her kesê re vebêje ye û wiha got: “Li girtîgehê 27’ê Mijdara 2020’an bi tarzê talankirinê lêgerînek hat kirin. Ev lêgerîn tenê li qawişên girtiyên siyasî hat kirin. Qaşo ‘Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yemîn a Kocaeliyê’ ji hin hevalên me re lêpirsîn daye destpêkirin. Ev lêgerîn jî ji bo wê hatiye kirin. Di lêgerînan de 20-30 gardiyan bi hêceta lêgerînê ket qawîşên ku ji 14 girtiyan pêk tê. Bê rûpoş di hundir de lêgerîn pêk anîn. Ji ber şewba vîrûsa koronayê tu tevdîr ne girtin û bi pêlavên xwe pêl nivînên me kirin. Hemû tiştên me belav kirin. Bi heman lepikan ketin dolabên me hemûyan. Heta li nav bincilkên me jî lêgerîn pêk anîn. Bi destên xwe yên ku kirin çopê de, li ser me lêgerîn pêk anîn. Em nizanin em bi vîrûsê ketine an na.”   DEST DANÎN SER NIVÎSAN   Hatîce A. destnîşan kir ku di lêgerînê de gardiyanan dest danîne ser xebatên wan yên nivîskî, tiştên wan xistin poşeta û birine û got: “Lênûskeke ku em nîşeyan bigirin jî nehiştin. Li vir hevalên me yên ku 30 sal ceza girtine hene. Hemû wêne, pûlên nameyan, lênûskên me yên vala, nameyên me yên bi kaşe, çîrok, helbest, roman, bîranîn, ceribandin, lênûskên me yên nîşeyan û gelek tiştên din desteser kirin û birin.”   ‘JI JINÊN HILBERÎNER DI DITIRSIN’   Hatice A. diyar kir ku rayedaran ji wan ra gotine ku tiştên ku birine wê piştî lêkolînê bidin wan û wiha axivî: “Cara sêyemîne ku em bi lêgerînek wiha re rûbirû dimînin. Tu tiştên ku birin paşve nadin me. Wekî din derbarê me hemûyan de jî biryara lêpirsînê tune ye. Lê dîsa jî bi ser qawîşên me de digirin û dest datînin ser alavên me.  Heke lêpirsîn hebe jî lênûskên me yên vala, pûlên nameyên me nikarin bibin. Bi van lêgerînan ji me re peyama ‘hûn nikarin bixwînin, lêkolîn bikin, nikarin binivîsinin û hilberînin' didin me. Li dijî ewqas neheqiyan mirov nikare bêdeng bimîne. Bi rastî jî ji hilberînên me û fikirandina me ditirsin û êrişî me dikin."     ‘WÊ DENGÊ ME RAGIHÎNIN’   Hatice A. anî ziman ku dest danîna ser 15 lênûskên wê yên ku ji destnivîsên wê pêk tê û wiha domand: “Di van lênûskan de keda min ya 13-14 salan hebû. Xebatên min yên rojnivîsk, helbest, çîrok û hin nîşeyên girîng ku ji bo min bi nirx bûn birin. Dixwazin me ji fikr û hestan qût bikin û bi me paşde gavan bidin avêtin. Em dizanin ku em ne bi tenê ne. Li derve bi hezaran jinên berxwedêr hene. Em dizanin ku em û ew yek in û wê dengê me ragihînin.”   ‘BERIYA 30 SALAN BAVÊ MIN BIRIN, NIHA JÎ NIVÎSÊN MIN BIRIN’   Hatîce A. di beşeke nameyê de jî qala jiyana xwe dike û wiha dibêje: “Di sala 2007’an bavê min qezayek trafîkê derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Bavê min qehremanê min bû. Bi keda wî ya bêhempa min we nas kir. Ez berxwedan û têkoşînê ji wî hîn bûm. Bavê min di salên 90’î de her cara dihat binçavkirin bi mehan îşkence lê dihat kirin. Min û dayika xwe jî para xwe ji vê îşkenceyê girt. Ji ber vê yekê ez têkoşiyam. Piştî 30 salan dîsa dibim şahidê tiştên giran. Ez di zîndanê de hîn bûm ku bavê min jiyana xwe ji dest daye. Piştî zarokatiya xwe min ew qet nedît. Derbarê wî de min bi dest xebatekê kiribû. Bavê min beriya 30 salan hatibû binçavkirin û birin, niha jî nivîsên ku min derbarê wî de nivîsandin ji min tên girtin û dest datînin saer. Dîsa wêneyên ku min bi malbatê re girtibûn desteser kirin."     ‘HÊRSA ME DANAKEVE’   Hatîce A. nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bawer im dixwazin hişên me jî tune bikin. Lê tiştên bi sala ne di serê me kurdan de tînin di hiş û ruhê me de ewqas cih girtiye ku em bixwazin jî nikarin ji bîr bikin. Her pêkanîn û nêzîkatiya wan jî nayê jibîrkirin. Bi van pêkanînan tiştên ku kirine bi bîr dixin. Ji ber vê yekê em qet ji bîr nakin û hêrsa me qet danakeve.”   EREN KESKÎN DIÇE SERDANÊ    Eren Keskîn jî diyar kir ku nameya Hatîce A’yê gelek bi bandor e û kurteya rastiya ku tiştên li kurdan tên ferzkirin e û ew ê di demek nêzîk de biçe serdana Hatîce A. û tiştên ku bi serê wan de hatine dê li gel xwe binivîsine û pişt re  ji raya giştî re ragihîne.