Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir 2021-01-04 12:49:08   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, têkildarî heqaretên li dijî li wê hatibûn kirin, 7 caran gilî kiribû, lê miduriyeta polîsan ji bovan giliyê wê biryara neşopandinê da. Kaya li ser vê yekê derbarê Miduriyeta Polîsan de gilî kir.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya, derbarê heqaretên li ser Facebookê ji bo wê hatin kirin de li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê 7 caran gilî kir, lê  ji bo van serlêdanên Kaya biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzerê Kaya Bişar Abdî Alinak, piştî biryara hat dayîn, derberê polîsên li Miduriyeta Polîsan a Enqerê dixebitin de gilî kir.    ‘EV DIRÛTIYE’    Parêzer Kaya Alinak derbarê mijarê de, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Bi hezaran kes ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî tên darizandin û cezakirin. Lê ji bo giliyên me jî biryara ne şopandinê didin. Ev dirûtiye. Qanûn ji bo her kesî derbasdarin. Kesên sûc dikin, divê derxînin pêşberî darazê û hesap jê bipirsin. Em dixwazin bi awayekê rast û dirûs edalet bê bicihanîn.