Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê 2021-01-04 13:16:33   MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Şaredariyê yên piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin û 14 meh şûnde xwestin herin şaredariyê, bi mudaxaleya polîsan re rû bi rû man. Polîsan endamên meclîsê bi tundiyê ji şaredariyê derxistin.    Wezîrê Karên Hundir di 4'ê mijdara 2019'an de qeyûm tayînî şaredariya Qoserê kiribû. Endamên Meclîsa Şaredariyê ku heta niha nekarîbûn tev li civînên meclîsa şaredariyê bibin, piştî 14 mehan dîsa çûn şaredariyê. Lê vê carê endamên meclîsê muxabat nedîtin. Piştî qeyûm tayîn kir, 14 meh şûnde endamên meclîsê ku çûn hewşa şaredariyê bi mudaxaleya polîsan re rû bi rû man. Endamên Meclîsa Şaredariyê ku ji bo civîna meclîsê li Parka Leyla Kasim kom bûn, bi girseyî xwestin bimeşin avahiya şaredariyê. Lê polisan endamên meclîsê asteng kir. Endamên Meclîse ku di cîhaza X-Ray re derbas bûn û ketin şaredariyê muxatab nedîtin. Endamên Meclîsê ku muxatab nedîtin, li pêş şaredariyê daxuyanî dan.    Hevşaredarê Qoserê Zeynî Îpek ku qeyûm tayînî şûna wî kirin, daxuyanî da û wiha got: "Em hatin tev li civîna şaredariyê bibin. Lê me muxatab nedît. Bi tayînkirina qeyûm nêzî salekê ye vîna gel qesp kirine. Qeyûm kolan û qadên bajar tev xerağ kirine. Em dixwazin ji van pirsgirêkan re çareseriyê bibînin. Salek e bê hiqûqî heye. Em çûn şaredariyê lê me muxatab nedît.    Piştî polîsên ku Qeyûm Huseyin Çam diparêzin dît ku endamên meclisê daxuyaniyê didin û bi zorê endamên meclîsê ji hewşa şaredariyê derxistin. Dîsa polîsan destûr nedan ku çapemenî dîmenan bikişîne.