Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn 2021-01-04 14:45:32 ŞIRNEX – TJA’yê û HDP’ê li Silopya Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên siyasetmedar 5 sal berê hatibûn qetilkirin bibîr anîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û HDP’ê, Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de di 4’ê Çileya 2016’an de dema dixwestin derbasî taxekê din bibin bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Ji bo her sê jinên siyasetmedar di salvegera 5'emîn de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiya bernameya bîranînê hat lidarxistin.   Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta "Bi rêzdarî bi bîr tînîn" hat daliqandin. Bîranîn bi xwendina mevlûd û deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    ‘LI DIJÎ ZILMÊ EM RABIN SER PIYAN’    Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr di bîranîna axivî û destnîşan kir ku divê gelê Kurd ji bo azadiya xwe dest bide hev û têbikoşe û wiha got: "Jina kurd îro pêşeng e. Êriş hemû li dijî dayik û jinan tên kirin. Dilê dayikan dişewite. Li dijî vê zilm û zordestiyê divê em dayik destên xwe bidin hevdû û rabin ser piyan û ji van êriş û komkıjiyan re em bêjin bes e. Daxwaziya me bi tenê aştî û azadî ye. Baweriya me jî heye û dê azadî were vî welatî. Ew roj nêzîk in. Di her aliyê de êrişî jinên kurd dikin. Wê serkeftin ya gelê kurd be."   'KOMKUJÎ BI ZANEBÛN PÊK HATIN’    Pişt re Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarê têkoşîna her sê jinan bin û wiha got: “Kesên ku di wê demê îqtîdarê birêve dibirin 6 hevrêyên qetil kirin. Ne tenê ev 6 hevalên me, di kîjan kêliya jiyanê de jinek hebû û li ber xwe dida, bû armanca êrişan û hat qetilkirin. Îro 43 sal in gelê Kurd têdikoşe. Kesên ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan perçeyên bedena me ne. Ji ber ku îqtîdarê dît ku tevgera azadiya gelê Kurd di navnetewî de tê naskirin, kir armanca xwe. Li Parîsê bi qetilkirina 3 hevrêyên me ev komplo hat destpêkirin. Piştî pêvajoya Osloyê sê hevalên me li Parîsê hatin qetilkirin. Vê komkujiyê bi zanebûn pêk anîn. Di nav van jinan de Sakîne Cansiz a ku li dijî zilmê tifî Esat Oktay kir hebû. Lê ne heval Sakîne û ne jî 5 hevalên me yên din bi tu awayî li dijî zilma wan serê xwe netewandin."     Piştî axaftinan bîranîn bi temaşekirina sînevîzyona ku jiyana her sê jinên siyasetmender vedigot hat nîşandan.    Di dawiya bernameyê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr stran got û beşdarên bernameyê xemgîn bûn.