197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin 2021-01-04 19:58:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 13 hezar û 695 kesên din jî pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 21 hezar û 685.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 197 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 13 hezar û 695 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 21 hezar û 685 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 255 hezar û 607.