Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin 2021-01-05 09:09:46 RIHA – Serokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Prz. Alî Aslan, diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê bi birçîhiştina laşê xwe, daxwaza pêkanîna qanûnên înfazê yên di meriyetê de dikin.  Bi hezaran girtiyên ku çavkaniya zêdebûna binpêkirinên mafan û neheqiyên di pêvajoya pandemiyê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibînin, ji 27’ê Mijdarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ket roja 40’an û daxwaza wan jî bidawîkirina tecrîdê û ji holê rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  Prz. Alî Aslan, têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û çalakiya greva birçîbûnê axivî.    ‘ŞEWB BÛYE HINCETA NEHEQIYAN’   Aslan, diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê, şewbê kirine hinceta neheqiyan û wiha got: “Di hevdîtinên ku me li van girtîgehan bi muwekîlên xwe re kir de girtiyan got ku daxwazên wan bi hinceta şewbê nayên bersivandin. Pirtûk û rojnameyan nadin girtiyan. Daxwaznameyên girtiyan tên paşguhkirin. Girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Pirsgirêka avê ji beriya şewbê ve didome. Bi kurt û kurmancî şewb bûye hinceta neheqiyan. Ji ber nebersivandina daxwazên wan girtî ji mafên xwe yên mirovî bêpar dimînin.”   ‘SERERASTKIRINEKE ŞEXSÎ NAXWAZIN’   Di berdwamê de Aslan, destnîşan kir ku binpêkirinên ku li girtîgehan pêk tên ne nûn in û ev tişt anîn ziman: “Timik binpêkirinên mafan tên rojevê. Desthilat girtiyên siyasî mehkûmî mirinê kiriye. Girtiyên çalakger pêkanîna qanûnên di meriyetê de û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin. Daxwazên girtiyan ne ew daxwazên ku nikarin bên bersivandin. Sererastkirineke şexsê naxwazin. Daxwaza wan pêkanîna qanûna înfazê ya di meriyetê de ye.”   ‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ NE SÛC E DAXWAZA MAF E’   Di dawiya axaftina xwe de Aslan, bal kişand ser şertên pêkanîna çalakiya greva birçîbûnê û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Mirovekî girtî tiştên ku li dijî binpêkirinên mafan bike bi sînor e. Weke çareya dawîn laşê xwe dide ber birçîbûnê. Yanî kes laşê xwe nade ber birçîbûnê. Dadgeha Destûra Bingehîn, beriya niha biryar da ku çalakiya greva birçîbûnê ‘azadiya ramanê’ ye. Lewre ketina greva birçîbûnê ya girtiyekê ne sûc e, daxwaza maf e.”