Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye 2021-01-05 09:09:53 STENBOL - Rêvebirên komele û weqfan anîn ziman ku bi qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman vekiriye, armanc tunekirina kar û xebatên komeleyan e û biryara navbirî wekî "dîktatoriyê" bi nav kirin. Rêvebiran, destnîşan kir ku dê li ser asasekî demokratîk li ber vê yekê rabin.  Bi "Qanûna Pêşîlêgirtina Fînanskirina Çekên Komkujiyê" re pêşî li ber tayinkirina qeyûman hat vekirin. Bi vê qanûna navbirî re dê bikaribin qeyûman tayinî komele û weqfan bikin. Bertekên li dijî vê qanûnê didomin.    ARMANCA 'VEŞARÎ'    Rêvebira Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) Parêzer Ezgî Gungordu, anî ziman ku qanûna li ser asasê "astengkirina fînanskirina terorîzmê" hatiye çêkirin, lê belê di asasê xwe de armanca wê ne ev e. Gungordu, destnîşan kir ku armanceke veşarî ya vaê qanûnê heye û got: "Xisûsa sereke tayinkirina qeyûm e. Xisûsa duyem jî dê li hemberî komele û weqfên di koma 'xetereyê' de mekanîzmaya kontrolkirinê têkeve dewrê. Li welêt milyon û nîveke kes bi 'Terorê' tê tawanbarkirin. Di nav vana de bi hezaran rêvebirên komele û weqfan hene. Jixwe niha hejmara komele û weqfên dixebitin pir hindik e. A rast armanca vê qanûnê, rawestandin kar û xebatên van komele û qewfan e."    PÊŞÎ JI KURDAN DEST PÊ KIRIN    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, destnîşan kir ku armanca sereke ya vê qanûna navbirî ligel weqf û komeleyan, girtin û bêerkirina rêxistinên civaka sivîl ên mafên kurdan diparêzin. Sûbaşi got: "Naxwazin tu komele û weqfên muxalif nefesê bistînin. Tayinkirina qeyûman bi şaredariyên kurdî dest pê kir. Niha jî saziyên ku xebatên sivîl dikin di hedefê de ne. Sibê jî dê qanûnine din ên bi vî rengî derxînin. Bi hincetên cuda. Dibe ku li dijî rojnameyan, kovar û weşanxaneyan. Rewş vê yekê nîşan dide. Lê kurd her tim li ber vê zorbeetiyê rabûne û gotina xwe gotine. Lê belê êdî tevahiya Tirkiyeyê bûye hedef. Dikarin bi hincetine cuda qeyûman tayinî şaredariyên din bikin. Lewma civak giş divê li ber vê rabe û bi têkoşîneke hevpar pêşîlêgirtina vê yekê pêkan e."    HELWEST    Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Abdulhakîm Daş jî anî ziman ev tişt tenê di dîktatoriyan de heye. Daş, ji xeynî tayinkirina qeyûman sirf ji bo kar û balên komeleyan û qewfan bên betalkirin cezayê pereyî jî tên birîn. Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê darbeyeke nû hatiye kirin û ev qanûn jî berhema vê darbeyê ye. Daş got: "Lê belê em ê wekî her carî vê carê jî li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê rabin."    'JI XEYNÎ GOTINA XWE TU GOTINÊ NAXWAZIN'    Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku armanca vê qanûnê bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl e. Ev yek jî nîşaneya dûrketina ji demokrasiyê ye. Yolerî, anî ziman ku ev kar karên dîktatoran e û got: "Ji xeynî gotina xwe tu gotinê naxwazin. Ji xeynî çalakiyên xwe tu çalakiyan naxwazin. Yekdengê ferz dikin. Ji xeynî vê tu dengî qebûl nakin."    Yolerî, bibîr xist ku tayinkirina qeyûman ewilî li bajarên kurdan rû da û got: "Hêzên dewletê hemû ji bo van pêkanînan her tim pêşî li ser kurdan pêk tînin. Ji lewra gava tahde li kurdan tê kirin û yên din li ber vê radibin, ji wan re dibêjin 'nexwe tu jî ji wan î' û wan tawanbar dikin. Ji ber vê gelek kesan deng ji xwe neaniye."    MA / Mehmet Aslan