Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû 2021-01-05 09:09:54 STENBOL - Pisporê Têkiliyên Navdewletî Prof. Dr. Îlhan Uzgel, anî ziman ku restkişandina di navbera Tirkiye û Xelîfe Hafter de bêwate ye. Ûzgel, destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Hafter du aktor in ku li qadê pozîsyona wan bi er neketiye, têk çûye.  Tirkiye û Hikûmeta Peymanî ya Neteweyî ya Lîbyayê di 27'ê Mijdara 2019'an de di navbera xwe de derbarê bikaranîna qada behrî û tevkariya eskerî de peymanek çêkiribûn. Ev peyman di 5'ê Kanûna 2019'an de li Meclîsa Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin. Peymana ji bo şandina eskeran a ber bi Lîbyayê ve, jî di 21'ê Kanûna 2019'an de hatibû qebûlkirin, çendî ku HDP, CHP û Partiay ÎYÎ'yê li ber rabûbûn jî. Piştî dema tezkereya par tije bû, di 22'yê Kanûna 2020'î de cardin hat qebûlkirin. Vê carê dema tezkereya Lîbyayê ne salek, wekî 18 mehan hat diyarkirin.    Her wiha Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Xalîfe Hafter jî diyar kiribû ku dê li hemberî Tirkiyeyê serî lê rêya eskerî bidin. Hafter gotibû: "Heger botên eskerên tirk vê axa me ya paqij qirêjî bikin, wê aştî çênebe. Em ê bi vîna xwe, çekên xwe bi kar bînin û aştiyê bînin. Du rê li ber dijminin. An bi awayekî aştiyane çûyîna ji vê axê, an jî qewirandin." Tirkiyeyê jî piştî vê daxuyaniyê di 27'ê Kanûnê de esker şandibûn Trablûsê. Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar, Serfermandarê Giştî Yaşar Guler û hin fermandarên payebilind hevdîtin bi Hikûmeta Peymanî ya Neteweyî re kiribûn. Akar, gotibû: "Divê kujer Hafter û piştgirên wî zanibin ku heger êrîşekê bibin ser eskerên tirk, dê li her derî bidin hedef. Heger tiştekî werê bikin, cihekî ku pê de biçin wê tune be. Bila her kes ji xwe re biaqil be."    TIRKIYEYÊ PROTESTO KIRIN    Her wiha milîsên sûriyeyî yên ku Tirkiyeyê ew biribûn Lîbyayê jî ji ber ku 5 mehan meaşên xwe negirtibûn, li Binkeya Ayn Zarayê xwepêşandaneke prostetoyê li dar xistibûn.   Pisporê Têkiliyên Navdewletî Prof. Dr. Îlhan Ûzgel qewimînên heyî nirxandin. Uzgel, destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Hafter du aktorên ku pzoîsyon winda kirine.    DIBE KU TEZKERE BÊWATE BIBE    Ûzgel, anî ziman ku ji ber ku dê di 24'ê Kanûna 2020'î de li Lîbyayê hilbijartin çêbibe, dema tezkereya niha hatiye dirêjirin. Ûzgel, bilêv kir ku çêkirina tezkereyê nayê wateya qedandina kar û got: "Mayîna eskeran a li Lîbyayê, tenê ne di destê Tirkiyeyê de ye. Tirkiye, nikare bi tena serê xwe biryara vê yekê bide. Rewşa li qadê dê çawa be? Wê maseya aştiyê çawa bê danîn? Ev her du pirs girîng in. Heya niha ji bo çareseriyê du konferans hatin lidarxistin. Yek li Tûnûsê, ya din jî li Misirê. Dixwazî bila Tirkiye tezkereyeke ji bo pênc salan derxe, lê mesele alîgirên li Lîbyayê û aktorên derve ne ku dê Lîbyayeke çawa ava bikin. Heger Tirkiye li wê derê ji xwe re qadekê peyda neke, dibe ku tu wateya tezkereyê nemîne."    HELWESTA MUXALEFETÊ    Ûzgel, bal kişand ser redkirina tezkereyê ya ji aliyê HDP, CHP û Partiya ÎYÎ'yê ve û bertekên li dijî vê jî. Ûzgel got: "Ji ber ku îqtidar xwe wekî neteweyî û xwecihî pênase dike, rexneyeke biçûk a derbarê polîtîkaya derve de jî wekî dijneteweyî pênase dike. Muxalefet ji bo ku li bara gel ji vê sifetê dûr bikeve, deng dida. Lê belê ji ber ku dema tezkereya niha 18 meh e, serê muxalefetê tevlihev bû. Lewma bertek nîşan dan. Jixwe CHP'ê ji bo peymana qada behrî deng dabû, lê dû re ji bo şandina eskeran dengê na dabû. Heman helwestê niha jî didomîne."    WEXTÊ WAN DERBAS DIBE    Ûzgel, bal kişand ser restkişandina di navbera Xalîfe Hafter û Hûlûsî Akar de jî û anî ziman ku ev retskişandin bêwate ne. Ûzgel, destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Hafter du aktor in û li qadê pozîsyona her du aktoran jî bi ser neketiye, têk çûye. Ûzgel got: "Wextê her duyan jî derbas dibe."    MA / Ferhat Çelîk