Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir 2021-01-05 09:09:58 AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, karê ji bo amadekirina naverok û sêwirandina wê ya dîtbarî da reklamker ê "dostê" qeyûm Walî Munîr Karaloglû. Tevahiya kar bi xebatkaran hat kirin, lê wê qeyûm 294 hezar TL'yş bide şîrketa ku navenda wê li Stenbolê ye.  Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îhaleya ji bo "Dîwanên Dengbêjan" da şîrketa "dostê" xwe. Qeyûm Walî Munîr Karaloglû, bi têmaya "Her Malek Navendeke Çandê" hin konser organîze kirin. Ev konser, ji ber pandemiyê bi awayekî onlîne hatin kirin.    Îhaleya van çalakiyên meha Kanûnê di 27'ê cotmeha 2020'an de hat çêkirin û maliyeta wê li dor 314 hezar TL'yî hat diyarkirin. Lê belê Şîrketa Reklamê ya RNA'yê ku navenda wê li Kadikoy a Stenbolê ye, ji bo vê îhaleyê 294 hezar TL teklîf kir û îhale bi dest xist. Peymana îhaleyê di 18'ê Mijdarê de hat îmzekirin.    Xwediyê vê şîrketê jî Îsak Baydaroglû ye.    DERBARÊ ERDOGAN DE PIRTÛK NIVÎSANDINE    Baydaroglû kesekî nêzî AKP'ê ye û bi navê "Dış Basında Recep Tayyip Erdoğan" û "Recep Tayyip Erdoğan'ın konuşmalarından seçmeler” pirtûkên wî hene.    BÛ ŞAHIDÊ NIKAHA KURÊ WΠ   Baydaroglû ku îhaleya "Dîwanên Dengbêjan" wergirtibû, qeyûm Munîr Karaloglû jê re dibêje "dostê min" û her wiha bûbû şahidê nikaha kurê wî. Gava Karaloglû, di sala 2014'an de waliyê Bûrsayê bû, logoya Bûrsayê û organîzasyona danasandina bajêr ku bûbûn cihê bertekan, dabû şîrketa Baydaroglû.    ÊN XEBITÎN KARKERÊN ŞAREDARIYÊ, Ê QEZENC KIR 'DOSTÊ' QEYÛM    Li gor agahiyên bi dest ketin Şîrketa RNA'yê ku dê ji ber vê îhaleyê 394 hezar TL'yan bi dest bixe, bi tu awayî di organîzasyona konserên "Dîwanên Dengbêjan" de cih negirtiye. Ê ku kar û barê organîzasyonê giş kirine, xebatkarên şaredariyê bûne.