Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin 2021-01-05 11:31:21 ÊLIH – Miduriyeta Polisan a Hezoyê, welatiyê kor Hasan Yalçin binçav kir û bêyî parêzer îfadeyên wî girtine. Yalçin, diyar kir ku pişt re hîn bûye belgenameya ku bêyî xwendinê pê dane morkirin di angaştên derbarê 35 HDP’iyan de ne.    Li navçeya Hezo ya Êlihê, polisan gef li zarokê bi navê S.Y. (14) xwarine û jê xwestine ku li ser bavê xwe Hasan Yalçin ê kor gotin bide. Di encama van gefên polisan de di tebaxa 2020’an de S.Y. li Miduriyeta Polisan a Hezoyê li ser bavê xwe îfade dan. Piştî îfade dayîna S.Y., polisan bi ser mala Hasan Yalçin de girt û ew binçav kirin.    ‘EWRAQAN PÊ DANE MORKIRIN’   Yalçin, 4 rojan di bin çavan de ma. Li gel ku Yalçin cara yekemîn hatibû binçavkirin jî polisan mafên wî jê re venegotin û bêyî parêzer îfadeyên wî girtin. Piştî îfade dayînê ji Yalçin xwestin ku hin ewraqan mor bike. Yalçin van ewraqan weke îfadeyên xwe hesiband û hemûyan mor kir. Piştî van kirariyên li Miduriyeta Polisan a Hezoyê, Yalçin birin dadgehê û bi sûcdariyên “piştgiriya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsa malê lê hat birîn.    Derket holê ewraqên ku bi Yalçin hatine morkirin angaştên derbarê 35 HDP’iyan de hatine amadekirin in. Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci jî di nav van 35 kesan de heye. Yalçin, vê agahiyê ji kesên ku di meha îlonê de hatibûn binçavkirin hîn dibe.    ‘MIN LI SER KESÎ ÎFADE NEDAYE’   Yalçin, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ewraqên ku pê dane morkirin bêyî ku jê re bixwînin pê dane morkirin û wiha got: “Keça min a biçûk xapandine û li ser min pê îfade dane. Ji ber ku temenê wê negirtiye xizmekî me jî kirine dewrê. Ji bo ku li ser 35 kesan îfade bidim lîstik çêkirine. Çima vê yekê li me dikin. Em xizanin li şûna ku alikariya madî bidin me vê tiştê bi me dikin. Ez cara yekemîn hatim binçavkirin. Ewraqan bi min dan morkirin. Pişt re kesên ku binçavkirine re gotine, ‘Hasan Yalçin li ser we îfade daye’. Min kirine hedef. Min li ser kesî îfade neda ye.”   MA / Fethî Balaman