Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan 2021-01-05 12:40:29   COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, di danişîna 3’yemîn de hat berdan.   Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, di 15’ê Cotmeha 2019’an de di serdegirtina malê de li Colêmergê hatibû binçavkirin, piştî du rojan hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Derbarê Karaman de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya 3’yemîn îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.   Karaman, ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Karaman jî, di danişînê de amade bûn.   Piştî parastinên parêzeran heyeta dadgehê derbarê Karaman de biryara berdanê da.